Diyarname
Dewleta Tirkiyeyê ji duh de ye bi balafiran êrîşê hin herêmên Rojava dike. Di êrîşa îro li Qamişloyê hat kirin de weşangerên kurd jî mirin.
Yek ji cihên ku îro rastî êrîşa dewleta Tirkiyeyê hat jî Çapxaneya Sîmav bû ku li bajarê Qamişlo ye. Di êrîşê de xebatkarên çapxaneyê Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed û Riyad Hemo can3e xwe ji dest dan.
Li aliyê din di êrîşa kargeha li Êman a Cizîrê de Rênas Hemîd, di kargeha li taxa Eleya de Ferhan Temê, di aşxaneya gundê Um El Fursan de jî Aya Sebawî û Faris El Faris mirin.
Dewleta Tirkiyeyê îro bi balafirên bi çek ên bê mirov îro êrîşê stasyona trênê, navenda çandiniyê ku ji bo embarên genim û tixumê tê bikar jî kir.