'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
Amed
Encamnameya Komxebata Standartkirina Têgehên Îdarî yên bi Kurdî hate eþkerekirin. Di daxuyaniya ku ji bo encamnameyê hate aþkerakirin de hate xwestin ku Saziya Zimanê Kurdî bê avakirin.
Di navbera 20-23'yê vê mehê de li Salona Sumerparka Amedê bi pêþengiya TZPKurdî komxebateke hate li dar xistin. Di komxebatê de Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, Zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Feratê Dengîzî, Dîlawer Zeraq, Servet Denîz, Mehmûd Neþîte, Mazlum Dogun, Sabahattîn Gultekin, Mem Mîrxan û gelek nivîskarên din amade bûn.
Di komxebatê de li ser hemû beþên îdareya þaredariyan, li ser têgihên muzîk, sînema, wênesazî û govendê nîqaþ hatin kirin û hin biryar hatin girtin.*
Di komxebatê de wekî rêbaz; peyîtandin, hilbijartin û dariþtina peyvan, hem li ser çawaniya peyvan û taybetiya wan, hem jî li ser wateya wan a li beþên din ên Kurdistanê hate sekinandin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku peyvên ku di zaravayên din yên kurdî de têne bikaranîn jî wekî dewlemendiya zimanê kurdî hatine hesibandin û ew wekî bingeh hatiye girtin. Hate gotin ku di vê xebatê de ji ber kêmbûna demê û ji ber leza pêvajoyê dibe ku di peytandina (tespîtkirina) term û têgihên kurdî de hinek kêmasî jî çêbûbin, lê tevî her tiþtî beþdaran ev xebat wekî xebateke dîrokî hesibandiye.
Di encamnayê de banga xwedîlêderkitine kurdî hate kirin û ev tiþt hatin gotin: "Koma xebatê hêvî û daxwaz dike ku gelê kurd, hemû sazî, dezgeh û çapemenîyên van peyvên ku hatine danîn bikar bînin û ji bo belavkirina van têgahan jî bikevin nava tevgerê."
Her wiha di daxuyaniyê de bang hate kirin ku Saziyek Ziman ku bikaribe nûneriya hemû parçeyên Kurdistanê bike, bê damezirandin.