Diyarname
Îro çarîkfînalîstên Koma C diyar dibin.
Piştî Koma A, di Koma C de jî çarîk fînalîst diyar bûn: Almanya, Portekîz.
Almanyayê bi 2-1 Danîmarka, Portekîzê jî bi heman skorê Hollanda têk bir û her du ji komê derketin, derbasî çarîk fînalê bûn. Piştî dehan salan yekem car Hollanda nikare ji komê derê û derbasî çarîkfînalê bibe.
Di Koma B ku navê "Koma Mirinê" lê hatibû kirin her çar tîman jî baş dilîst lê wekî her gav encax du tîm dikarîn derên û helbest du tîmên din jî man. Tiştê herî karesat jî ew bû ku Hollanda di her sê maçan de jî têk çû û nekarî pûanekê jî bi dest bixe.
Di maçên îro de jî Îtalya û Îrlanda, Hirvatistan û Spanya tên hemberî hev. Spanya û Hirvanistan xwedî bi 4 pûanan in, Îtalya jî 2 pûanên wê hene. Îrlanda hê pûan negirtiye. Îtalya ji bo derbasî çarîk fînalê bibe divê teqez maçê bi dest bixe, ew jî têre nake divê Spanya jî Hirvatistanê têk bibe.
Vane maçên îro:
18/06, 21:45, Îtalya - Îrlanda, Stada Municipal
18/06, 21:45, Hirvatistan - Spanya, Stada PGE Arena
Li Tirkiyeyê maç ji TRT 1 û TRT Sporê (TRT 3) bi awayekî zindî têne nîşandayîn.
Nûçeyên eleqedar:
- Boxeyan qiloç li îrlandiyan da
- Panzêran porteqal eciqandin!
- Serxêrê: EURO 2012 dest pê dike


