logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Li Rojava konferansa yekem: ’Jinên kurd rûpeleke nû dinîvisînin’

  • Dîrok: 24/03/2025
  • Beş: Nûçe

Qamişlo
Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi beşdariya nêzî 300 delegeyên ji jinên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, rojnameger, rêxistin û tevgerên jinan, nûnerên jin ên ji saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk, jinên ji Heleb û Şamê, li Bexçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo li dar ket.

Piştî axaftina destpêkê, çalakvana sivîl û endama Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) Stêr Qasim, endama Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Sîham Emoka, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif, Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo û Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî wekî endamên dîwana rêvebirina konferansê hatin hilbijartin.

Endama Komîteya Amadekar a Konferansê û Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo rapora rewşa siyasî ya Kurdistanê û Sûriyeyê xwend. Di raporê de êrîşên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nirxandin.

Piştre rûniştina `Rewşa Siyasî` ji aliyê Rîhan Emoka ve hate birêvebirin. Beşdaran jî der barê rewşa siyasî de nêrînên xwe anîn ziman.

Nivîskar Beşîra Derwêş di nirxandina xwe de bal kişand ser nêzîkatiyên desthilata Şamê û da zanîn ku ji gotin û nêzîkatiyên HTŞ`ê hêvî nayên kirin.

Endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman diyar kir ku tevî hemû êrîşên siyasî yên li hemberî jinan jinan, di rêja yekem de şoreşa mirovatiyê heq kir û got, "Heqîqet û rastiya jinan di nava şoreşa jinan de derket. Bi keda şehîdan em gihane van astan û ber bi nasnameyeke cîhanî ve diçin."

Endama Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd da zanîn ku Kurd pêşengtiya sedsala 21`emîn dikin û ev li gotinên xwe zêde kir " Ji bo ku rê li ber siyasetên qirkirinê bên girtin, pêwîst e kurd mohra xwe li guhertinên heyî bixin. Di Newroza 2025`an de hate diyarkirin ku kurd pêşengtiya cîhanê dikin û xwestekên yekîtiyê derketin pêş."

EHMED: HIŞYARIYA XWE DIDE HEMÛ SÛRIYEYÊ
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku jinên kurd li hola konferansê rûpeleke nû ji bo rojavayê Kurdistanê dinîvisînin û got: "Di vê dema hesas de çarenûsa gelê kurd tê nivîsandin. Ji bo jin rola xwe di vê pêvajoyê de diyar bike, pir girîng bû ku ev konferans tê lidarxistin. Pêvajoya Sûriyeyê tê re derbas dibe, pêvajoya avabûnê ye.  Sûriye xwedî pêkhate û çandên cuda ye, lewre gelê Sûriyeyê ji avabûna ku rêveberiya Şamê dixwaze bike hêvî nagire. Heke di vê pêvajoyê de jin nikaribe rola xwe diyar bike wê xeteriyên pir mezin li pêşiya wê derkevin. Jinên kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deng vedane, hişyarbûna jin heye, divê vê hişyarbûna xwe bide jinên Sûriyeyê jî."

Îlham Ehmed bi domdarî got: “Tê xwestin ku îro roj di vê gava dîrokî de hemû jin xwedî helwestên rast bin. Yekîtiya kurdan pir pir girîn e, ev pêvajoya heta astekê hatiye û em bi hêvî ne ku di demeke nêz de konferans bê lidarixistin. Ji bo Sûriyeke nenavendî tifaqa gelê kurd gelekî girîng e. Xwedîderketina li banga Rêber Abdullah Ocalan jî bandoreke erênî çêkir û xwedîderketina vê pêvajoyê gelek girîng e. Lewma ev konferans wê karibe mohra xwe li dîroka nû ya Sûriyeyê bixe.”

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed jî axivî destnîşan kir ku hebûna mirov bi parastinê ve girêdayî ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Pirsgirêka kurd jî encax bi çareserkirina pirsagirkêka jinan çareser bibe. Pergalên ku ev gav nekirin, nikarîbûn pirsgirêkê xwe çareser bikin. Lewma pêwîst e xala xweparatinê di belgeyê de bê bicihkirin."

Newroz Ehmed anî ziman ku xurtkirina YPJ’ê girîngiyek e û "Bi xweparastinê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi semboleke berxwedaniyê hate naskirin.”

Piştî temambûna konferansê dê encamname bê eşkere kirin.

**

Nûçeya Eleqedar:

- Li Rojava jinên kurd konfransa neteweyî li dar dixin

 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Siyasetmedarên kurd dadgeh protesto kirin

ad

Heyîbûn bi ziman e

ad

Encama dawî ya YSK'ê

ad

FA CUP'ê biryarên nû girtin

ad

Aşa êşên jinan

ad

Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname