Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ku her şûrê xwe bi ser serê şaredariyên kurd ên BDP'yî de dihejîne, şaredarekî din ê BDP'yî ji peywirê girt.
Şaredarê Çelêya Culemêrgê yê BDP'yî Mehmet Kanar ji ber cezayeke ku berê dadgehê lê birî bû ji peywirê hat girtin.
Şaredar Kanar di hilbijartina herêmî ya 2009'an de axaftineke kiribû û ji ber vê axaftinê 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi îdîaya "bi zanebûn û bi xwestina xwe alîkariya rêxistinê kiriye" 6 sal û 8 meh ceza lê birîbû. Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ji ber vê yekê peywira Kanar ji dest girt.
Şaredar Mehmet Kanar piştî vê biryarê got ku di encama paketa 3'yemîn a Darazê, Dadgeha Cezayê Giran a Wanê cezayê wî daxistiye 3 sal û 15 rojan, loma tu sedema ku ew ji peywirê bê girtin nemaye, ji peywirê girtin ne li gor zagonan e.
Piştî biryara Wezaretê, endamên Meclisa Şaredariyê ya Çelê sibê dê civîneke li dar bixin û yekî/ê ji nav xwe ji bo şaredarî hilbijêrin.
Wekî notek: Wezaretê berê jî çend şaredarên kurd ji ber sedemên cur bi cur ji peywirê girtibûn. Her wiha niha li dor 30 şaredarên kurd jî ji ber operasyonan doza "KCK'ê" girtî ne.


