Diyarname
Li Tirkiyeyê pêla şîdetê her ku diçe bilindtir dibe. Duh êvarê piştî maçê li hakêm xistin; hem jî di lîga herî bilind Lîga Super de.
EV TIŞTEK NÛ YE
Duh maça MKE Ankaragucu û Çaykur Rîzesporê hebû. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Piştî hakêmê maçê Halil Umut Meler maç xilas kir, pevçûn derket. Serokê Ankaraguce Faruk Koca kulm bi ser hakêm Meler de weşand. Li gor dîmenan hakêmê ku li erdê ket, li erdê jî lê xistine. Hakêm Halil Umut Meler birîndar bû. Hakêm rakirin nexweşxaneyê. Meler gilî her kesê êrîşê wî kiriye, kir.
KOCA GIRTIN BIN ÇAVAN
Di deqîqeya 50'î de hakêm Meler ji qerta zer a duyemîn lîstikvanê Ankaraguca Ali Sowe ji maçê avêtibû. Piştî vê reaksiyon çêbûbûn. Piştî ku maç bi 1-1'ê bi dawî bû, pevçûn derket. Serokê klûbê Koca êrîşê hakêm kir..
LÎG HAT RAWESTANDIN
Piştî bûyerê hakêman biryar da ku dê vê hefteyê dernekevin maçan. Lîga Super a Tirkiyeyê hat betalkirin. TFF (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) bi awayekî awarte îro li ser vê meseleyê û li ser lîgê dê bicive.
DI DÎROKÊ DE GAVAK YEKEM E
Li lîgên amator ên Tirkiyeyê de êrîşê hakêman hatibû kirin lê di Lîga Super de heta niha kesî kulman êrîşê hakêmê nav sehayê nekiribû. Ev yek jî çêbû ku ev encama pêla şîdeta li nav Tirkiyeyê ye.
Di sala 2016'an de di maça Ankaragucu û Amed sporê de rêveberên Ankaragucu êrîşê rêveberên Amed Sporê kiribûn û Rêveberê Amed Sporê Haldi Soran Mizrak birîndar bûbû.
Li Bursayê par dîsa êrişê Amed Sporê kiribûn. Maçên Amed Sporê yên li deplasmanê her bê temaşevanên Amed Sporê tê lîstin. Heta niha li hemberî Amed Spor û tîmên din ên kurdan gelek êrîş çêbûne, lê di Lîga Mezin de êrîşê hakêmek tiştek nû ye.
KOCA HAT TEWQÎFKIRIN
Serokê Ankaragucu Faruk Koca piştî îfadeyan ligel du kesên din hat girtin.
Li gor Zagonên Tirkiyeyê hakêm wekî peywirdarê dewletê kar dikin. Zagon dibêje "êrîşek li hemberî peywirdarê dewletê cezayê wê heta 4 sal û nîv cezayê hepsê ye." Niha dê çi bibe, ceza li Koca bibirin an na di rojên pêş de dadgeh dê biryarê bide. (Ev paşê li nûçeyê hatiye zêdekirin)
Nûçeyên Eleqedar:
- Rojnameyên sporê yên dinyayê ji bo Tirkiyeyê: Skandal
- Êrîşê rêveberên Amed sporê kirin
- Serokê Amed Sporê: Serokê TFF'ê telefona xwe girtibû
- Girseyê pêşwazî li Amed Sporê kir
- Banga DKKDP li ser maça Amed û Bursayê
-Êrîşa li ser Amed Sporê / hemû bûyerên rojê
- '68 Ergenekon'ê alîgirên Amed Sporê tehdîd kirin


