Diyarname
Tîma Amed Sporê ku duh li Bursayê rastî êrîşa nijadperestan hatibû îro li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.
Hevserokê DBP'ya Amedê Hayrettin Altun, Hevserokê HDP'Ya Amedê Zeyyat Ceylan, Gulistan Atasoy, Mebûsên HDP'ê yên Amedê Remziye Tosun, Dersim Dag, gelek endamên saziyên sivîl û bi hezaran kes li balafirgehê çûn pêşiya tîma Amed Sporê. Beşdaran li ber def û zirneyê govend gerandin, dengên strana "Dîren ha Diyarbekir Dîren ha" (Berxwe bide Amed) û diruşma "Amed bi we serbilind e" bilind kirin.
Piştî pêşwaziyê tîma Amedê ber bi tesîsên xwe Tesîsên Şeyhmus Ozer ve kete rê.
***
Nûçeya Eleqedar: