Gelawêj Ewrîn
Li Îranê di sala 1934´an de ji bo cara yekê Şahê Îranê Rizah Şah qaşo di bin navê modernbûnê de bi îlhamgirtina ji Ataturk, biryar da ku jin li Îranê serê xwe vekin û cilên modern li xwe bikin. Bi derxistina vê biryarê re ku wekî parçeyek ji plana Îslahata Şerq ku mudaxeleyek li ser çanda Rojhilata Navîn û gelên herêmê bû, êrîşeke berfireh li ser çanda gelên Îranî çêbû.
Yekdestkirina civakê wekî bipêşketin û modernbûnê hat hesibandin û kesên li gorî vê yekê tevnegeriyan îşkence li wan hat kirin û êrîşî wan kirin.. Gelek netewên li Îranê dixwestin çanda xwe ya qedîm biparêzin û li gor wê cil û bergan li xwe bikin lê bi vê biryarê re ev maf ji destê gelek kesan bi taybet jinan hat stendin. Bi taybet civaka Kurdistanê û jinên kurd gelekî li beramber vê biryarê li ber xwe dan.
Ev plan heta astekî û ji bo demekî serkeftî bû lê mirov nikare bêje civaka Îranê bi temamî li gor vê biryarê tevgeriyan. Dema Şahenşahiyên li Îranê bi şoreşa gelan re bi dawî hat, ev biryar jixwe wateyek wê nema.
Lê belê bi desteserkirina nirxên şoreşa gelên Îranê di sala 1979´an de rejîma nû ya îslamî vê carê zext li jinan kir ku serê xwe bigrin û bê hicabî wekî guneh dîtin û jin jî wekî sûcdar û xetakar avêtin zindanan û îşkence li wan kirin. Helwesta her du rejîman di esasê xwe de gelekî ji hev cuda nîn e û di rastî de dixwazin jinan li gor berjewendiyên xwe yên desthilatdariyê bikar bînin û birêve bibin. Ya bûye para jinan jî selmandinek bi zorê ya şêwazê jiyanek derveyî rastiya wan e.
Ji 1934'an heta roja me ya îro têkoşîna jinên Îranê li beramber polîtîkayên tundiyê didome.
Rejîm jixwe dixwaze hîcaba jinan bike rojev, şêwazê cilxwekirina wan û mijarên wiha jinan wekî objeyekî cinsî ji xwe re bikar bîne. Lê mixabin ya hinek tevgerên jinan dikin jî bi awayekî xizmeta vê siyasetê dike.
Wisa lê hatiye ku çapemeniya hundir a rejîma Îranê jina herî baş û hêja jina di nava hicabek kamil de dibîne û şev û roj propagandaya wê dike berovajî çapemeniya derve ya bi zimanê farsî weşanê dikin ku qaşo dijberê hicaba bi darê zorê ne, modela jinek modernîst pêşkêş dikin. Bi vî awayî dijberiya bi rejîma heyî re wê jinê tenê di sînorê mijarên madî de bihêle û wekî objeyekî gotin li ser were kirin û biryar li ser were girtin. Jixwe rejîm dixwaze jinan bi rojevek wiha re asê bihêle û nehêle raste rast tevlî siyasetê bibin û qadeke têkoşînê ji bo wan nemîne. Medyayên xwe dijberî Îranê dibînin li şûna balê bikşînin ser têkoşîn û berxwedana jinên di girtîgehên Îranê de mijarên ji rêzê dixin rojevê.
Ango rêbazek lîberal a têkoşînê datînin pêşiya jinên Îranê. Niha gelek jin di girtîgehan de ji ber siyaseta rejîmê di grevên birçîbûnê de ne.
Nayên dermankirin û destûr ji wan re nayê dayîn ku xwe biparêzin û bê parêzer in. Jinên ku rojane bi awayekî sîstematîk di nav malbatê, li derve û di saziyên dewletê de şiddetê dibînin hene. Li şûna mijarên civakî û koka wan a bingehîn were lêpirsînkirin û lêkolînkirin, mijarên rojane yê rojeva jin ji cewherê xwe derdixe, dibin rojeva rêxistinên jinan.
Ev rewşeke bi xetere û nikare pirsgirêk û girêkên mezin ên civakî li Îranê çareser bikin. Van rojan dîsa wekî mijara hîcaba îcbarî, mijara çûyîna jinan a stadyûmên sporê bûye rojev. Her kes li ser vê diaxive û tiştekî dibêje, kesên diaxivin dîsa mêr in bêguman. Hinek rêxistinên jinan mijar anîne astekî ku tu dibêjî qey ger jin biçin stadyûman wê şoreşa jinan li Îranê çêbibe. Jinan hemûyan motîveyî vê rojevê dikin û têkoşîna jinan hemûyan di vê rojevê de bi sînor dikin û difetisînin.
Mesele jin biçin stadyûman yan neçin nîn e. Mesele jin çi li xwe bikin nîn e bi rastî. Ev rêbazeke tekoşînê ye yan jî parçeyek ji têkoşîna jinan a li beramber qanûnên rejîmê ne. Lê hedef û armanca esasî ya jinên Îranê nîn e. Nabe asta tekoşînê ew qas dakeve mijarên madî û tenê di wan de were xulasekirin. Bikaranîna bedena jin, bi çi awayî bibe jî wê tekoşînê ji armanca xwe ya bingehîn dûr bixe.
Rêberê Îranê Elî Xamineyî du roj berî niha axaftinek balkêş kir û qaşo şîret li jinan kir. Bi awayekî sosret dibêje ku pêwîst e zêdeanîna zarokan li Îranê bibe çandek û jin herî zêde di vê mijarê de xwedî rol bin!! Bi ya wî jin makîneya zarokanînê ye ji bo eskeran jê re bîne. Bîrdoziya Xamineyî pê diaxive, bikaranîna jinê ye bêguman. Jin ger bi rojevên din re mijûl bibin nikarin li dijî vê bîrdoziya dij-jin bibin xwedî helwestek bi hêz. Wê bi rojevên hatiye diyarkirin re biçin û ji rojeva esasî dûr bikevin.
Lêhûrbûn divê li ser vê çêbibe ka armanca esasî ya rejîmê li ser jinan çi ye. Bûyer û rewşa heyî nabe yek bi yek werin dîtin. Divê rojev hemû bi hev re û peywendiya wan bi hev re baş were lêkolînkirin. Armanca bîrdozî û siyasî ya Xamineyî ji van gotinan çi ye û xizmeta siyasetek çawa dike, divê ew rast were xwendin. Biryarên der heqê jinan de tên girtin di esas de, qirkirinek e. Jin ji her mafî tê bêparkirin û tenê wekî objeyeke cinsî li ser cil û bergê wê diaxivin.
Çiqas zarokan bîne û kengê û çawa sporê temaşe bike, ev hemû mijar bi hev re girêdayî ne û bûyerên tekane nîn e ku em jî behsa çareseriyên tekane bikin. Divê mirov ji pencereyek hîn berfirehtir temaşeyî pirsgirêkên jinan li Îranê bike û wisa li rêbazên çareseriyê bigere. Rêbazên rejîman ne rêbazên çareseriyê ne û divê rêxistinên jinan xwe ji vê biparêzin. Têkoşîna bi amûrên rejîmê wê jinan bixe bin xizmeta rejîmê û divê ev li dawiyê were hiştin.
08/08/2019, Yenî Ozgur Polîtîka


