Diyarname
British Council li ser nivîskarê navdar Shakespeare lêkolînek balkêş kiriye. Di lêkolînê de derket holê ku li welatên pêş dikevin yên wekî Tirkiye, Brezîlya, Hindistan, Çîn û Meksîkayê ji Îngilistanê zêdetir ji Shakespeare hez dikin.
Nûçe di The Guardian de hat weşandin. Li 15 welatan bi ser 18 heza kesî re lêkolîn hatiye kirin. Ev xebat di çarçoveya 400'emîn salvegera mirina Shakespeare de hatiye kirin. Li Meksîkayê sedî 88, li Tirkiyeyê sedî 79 ji nivîskar hez dikin lê ev rêje li Brîtanyayê sedî 59 e.
Dîsa di nûçeyê de hatiye gotin ku li Hindistanê sedî 83'ê gotine ew Shakespeare fêm dikin lê li Brîtanyayê tenê sedî 57 kesî gotiye em zimanê Shakespeare fêm dikin. Sedî 84'ê brezîlyayiyan gotiye ku berhemên wî gelek bi qîmet in.
Di lêkolînê de nirxandina giştî jî hatiye kirin ku li derveyî Brîtanyayê rêjeya navdarbûna Shakespeare sedî 65 e lê li Brîtanyayê ev sedî 57 e.
Di lêkolînê de diyar bû ku herî hindik fransiz (sedî 51) û alman (sedî 44) ji Shakespeare hez dikin.
Rosemary Hilhorst (Ji bernameya "Shakespeare Dijî" a British Council) li ser encaman gotiye ev ji bo brîtanyayiyan ne eyb e lê tiştê muhîm ew e ku nivîskarên nifşên ciwan bi rehetî xwe bigihînin berhemên nivîskar.
Her wiha di lêkolînê de derket holê ku li hemû welata karakterê herî navdar ê nivîskar diyar bû ku 'Romeo û Juliet' e.
Pirtûkên Shakespeare li kurdî jî hatine wergerandin. Soneyên wî ji aliyê Kawa Nemir ve hatibûn wergerandin û pirtûk bi navê "Hemû Soneyên Shakespeare" ji Lîsê derketibû. Her wiha "Hamleta" wî jî ji Lîsê derketibû. Dîsa Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî "Hamlet"a wî bi kurdî derxistibû ser dikê û gelek hatibû ecibandin.
(Wêne ji lîstika HAMLET)