Diyarname
Şaneşîn Performans ku li Mêrdînê xebatên xwe yên şanoyê dike bernameya xwe ya meha berfanbarê eşkere kir.
Bernameya Şaneşîn Performansê 2'yê mehê saet 15'an de bi lîstika "Şengê û Pengê" dest pê dike. Heta lîstik dê rojên 17, 24 û 30'yê mehê jî bê lîstin. Ji bilî vê lîstika "Şêxê Sen'anî" jî ya Şaneşînê di nav bernameyê de ye ku 8 û 29'ê mehê dê bê lîstin.
Di nav bernameyê de çend lîstikên mêvan jî hene. Lîstika Teatroger "Ceyran" 3'yê mehê, ya Mordem Huner "Masî ji kûçikan natirse" 15'ê mehê, lîstika Tiyatro Rituel "Çîrokeke Cengê" 16'ê mehê, lîstikên Şermola Performansê "Mem û Zîn" 22'yê mehê û "Bûka Lekî" jî dê 23'yê mehê bê pêşkêşkirin.
Ji bilî van du belgefîlm jî dê li Şaneşînê derkevin pêşberî temaşevanan. Belgefîlmê "Dengê Radyoya Rewanê Li Ku ye?" 6'ê mehê, "Wergerandina ULyssesê" jî 19'ê mehê dê bê nîşandayîn.
Çalakî saet 19.30 de dest pê dikin.
Ji bo têkilî: 0542 553 8480


