KOBANÊ
Ji roja destpêkê ku çekdarên Cebhet El-Nusra û dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam êrîş birin ser gelê kurd li Til Ebyedê, şêniyên Kobanê ji bo alîkariya şervanên YPG᾿ê di nava liv û tevgerê de bûn.
Şêniyên Kobanê bi hemû derfetên xwe ji bo alîkariya şervanên YPG'ê di nava liv û tevgerê de ne. Her kesek li gor derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dike. Hin kes alîkariyan berhev dikin, xwarinê ji bo şervanên YPG'ê amade dikin û dişînin qadên şer.
Welatiyê bi navê Serbest Nebo ku xwediyê xwaringehê ye, da zanîn ku welatî pereyan di nava hev de berhev dikin û rojane xwarinê li xwaringeha wî amade dikin û ji bo şervanên YPG'ê dişînin qadên şer. Li aliyê din jî Ehmed Resûl xwediyê firinê da zanîn ku hejmara welatiyan li ber firinê zêde bûye, welatî nan ji firinê digrin û ji bo şervanên YPG'ê dişînin.
Firina sereke ya Kobanê jî çêkirina nan zêde kiriye û xebatên xwe kirine 24 saet, da ku pêşwaziya nan ji koçberên Til Ebyed û şervanên YPG'ê re bike. Her wiha firina Kobanê ku hefteyê carekê navber dida xebata xwe wê roja înê jî xebata xwe bidomîne. Xebatkarên firinê jî di nava xwe de ji bo pêdiviyên xwarinê yên şervanên YPG'ê yên di eniya şer de 50 hezar di nava xwe de berhev kirin.
Ji ANHA'yê hatiye girtin