AMÛDÊ
Serlêdana 3 partiyên siyasî yên li herêma Cizîrê ku demek berî niha ji bo Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî hatibû kirin, ji aliyê Meclisa Zagonsaz ve hate erêkirin. Bi vê re hejmara partiyên ku bi awayekî fermî dê li Rojava kar bikin derket 8'an.
Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê, di civîna xwe ya 30'ê pûşperê de, serîlêdanên Partiya Çepa Demokratîk a Kurd li Suriyê, Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyê (PDK-S) û Partiya Demokrata Kurd li Suriyê ku demek berî niha ji bo xebata zagonî kiribûn, nirxand û serîlêdanên her sê partiyan erê kir. Bi vî awayî her sê partî li gorî Zagona Partiyên Siyasî dikarin bi awayekî fermî xebatên xwe yên rêxistinkirinê li Herêma Cizîrê bidin meşandin.
Berî niha jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Komunista Kurdistanê, Partiya Yekîtiya Suryanî, Partiya Lîberal, û Partiya Aştî û Demokratîk a Kurd li Suriyê (P.A.D.K.S) serîlêdan kiribûn û serlêdanên wan hatibûn erêkirin.
Bi vî awayî hejmara partiyên ku serlêdan kirine derket 8’an.