Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin. Tîmên di Dora 4'yan de de bi ser ketin û tîmên ku vê dorê de beşdar bûn, bi giştî 24 tîm hene di vê beşê de. Ji bo van pişke hat kişandin.Koma herî dijwar wekî Koma C diyar bû, ji ber ku hem Beşîktaş hem Fenerbahçe ketin vê komê. Tîmên bajarên kurdan Igdir FK di koma B de cih girt. Entab û Erzeromê di Koma C de cih girt.
Maçên yekem ên Maçên Koman wê rojên 23, 24 û 25'ê vê mehê bêne lîstin. Maçên dawî wê rojên 3, 4 û 5'ê adara 2026'an bêne lîstin û serketî dê derbasî çarîk fînalê bibin.
Di her komê de 8 tîm hene û sê kom hatine sazkirin. Du maç li sehaya xwe, du maç li deplasmanê têne lîstin. Isûl wisa ye: Tîmên di koma xwe de bibin yekem û duyem, û sêyemînên du koman ên herî serketî derbasî çarîk fînalê dibin.
Encama pişkeyê wisa derket:
KOMA A:
Galatasaray, Başakşehir, Trabzonspor, Alanyaspor, Fatih Karagumruk, İstanbulspor, Boluspor, Fethiyespor
KOMA B:
Samsunspor, Eyupspor, Konyaspor, Antalyaspor, Gençlerbirliği, Bodrum FK, Igdir FK, Aliaga Futbol
KOMA C:
Fenerbahçe, Beşiktaş, Rizespor, Gaziantep FK, Erzurumspor FK, Kocaelispor, Ankara Keçiorengucu, Beyoglu Yeni Çarşi
Di hefteya yekem, yanê maçên vê mehê wisa çêbûn:
Koma A:
- Galatasaray - Başakşehir
- Trabzonspor - Alanyaspor
- Fatih Karagumruk - İstanbulspor
- Boluspor - Fethiyespor
Koma B:
- Samsunspor - Eyupspor
- Konyaspor - Antalyaspor
- Gençlerbirligi - Bodrum FK
- Igdir FK - Aliaga Futbol
Koma C:
- Fenerbahçe - Beşiktaş
- Rizespor - Gaziantep FK
- Kocaelispor - Erzurumspor FK
- Ankara Keçiorengucu - Beyoglu Yeni Çarşı
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Di Kûpayê de reqîbên tîmên bajarên kurdan
- Kahta, Mûş bi ser ketin, Amedspor têk çû
- Vanspor bi penaltiyan bi ser ket
- Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin
- Agri Sporê Batman Petrolspor şand mal
- Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Mûş, Dêrsim, Yeşîlyurt, Şanliurfa, Kahta û Kahramanmaraş bi ser ketin
- Bingol Spor û Karakopru Spor bi ser ketin
- 19 tîmên bajarên kurdan dilîzin