Diyarname
Yek ji siyasetmedarê kurd ê berê, Şaredarê berê yê Cizîrê Sabri Vesek vê serê sibê ji ber vîrusa koronayê di 81 saliya xwe de wefat kir.
Şaredarê Cizîrê yê berê Sabrî Vesek (Sebriyê Newaf) ku bi vîrûsa Covît -19 ketibû, li Amedê dihat dermankirin vê serê sibê wefat kir.
Ew 81 salî bû, her li ser fikra kurdî bû. Vesek di sala 1977’an de li ser navê CHP’ê bi sedî 73 dengan bû Şaredarê Cizîrê lê di dema derbayê de ew jî girtin.
Di dema Derbeya 12’ê Adarê de jî dema 12’ê Rezberê de jî wî gelek eziyet dîtibû. Vesek di hilbijartina şaredariyan a sala 1984’an de ji bo Sserokatiya Şaredariya Cizîrê carek din hat hilbijartin lê 85’an de ji kar hat girtin.
Cenazeyê Vesek şandin Cizîrê û li Goristana Asrî ya Cizîrê spartin axê.