Diyarname
Ev çend roj bûn li ser rewşa tenduristiya hunermend Xelîl Xemgîn li nav tora civakî agahiyên ne rast dihatin belavkirin. Li ser vê yekê Însiyatîfa Hunermendên Kurd îro bi daxuyaniyeke mesele zelal kir. Însiyatîfê di daxuyaniya belav kir de diyar kir ku rewşa Xelîl Xemfîn baş e.
Însiyatîfê got ku demek berê Xelîl Xemgîn bi vîrusa koronayhe ketibû, ji wê rojê de ew, malbata wî û gel rewşê dişopînin û wisa got: "Rewşa Xelîl Xemgîn baş e, tiştek tirsê nîn e. Wî, serdema dijwar bi hêza xwe, piştgiriya doktor, dost û malbata xwe li dû xwe hişt. Em hesta gel fêm dikin, ji ber eleqeyê em sipasdar in. Ji bilî daxuyaniya me ya fermî û parvekirinên malbatê bila kes guh nede pavekirinên din."
Hunermend Xelîl Xemgîn nêzî sê mehan berê bi vîrusa koronayê ketibû, piştî demek dermankirina li nexweşxaneyê vegeriyabû mala xwe.


