Diyarname
Koma Xwendinê ya Amedê di civîna xwe ya nû de li ser pirtûka Dîlan Şewqî “Şekirê Di Berîka Bavê Min De” sekiniye. Berê jî me gotibû encamên nirxandinên Komên Wêjeyê bên emê belav bikin. Hêviya me ew e ku Komên Wêjeyê zêde bibin, xwendin û nirxandina pirtûkan jî zêde bibe. Loma jî em bêyî dest bidin nirxandin û zimanê wan em belav bikin. Kerem bikin.
***
Koma Xwendinê Ya Amedê 2016an de hatiye avakirin û heta îro kar û xizmeta xwe bê navber didomîne. Îsal jî pirtûkên ku bên xwendin û nirxandin di 12ê Îlonê de hatin diyarkirin û civîna ewil 01.10.2023an de çêbû. Lê îsal ji bilî roman û çîrokan, helbest, şano û werger jî li lîsteyê hatin zêdekirin. Herwiha di lîsteya pirtûkan de rêza yekemin de romana bi navê ‘’Şekirê Di Berîka Bavê Min De’’ ya Dîlan Şewqî bû. Me nivîskar Dîlan Şewqî jî vexwend civînê û ew bi kêfxweşî tev li civînê bû.
Dîlan Şewqî kî ye, li ser edebiyatê çi xebat kiriye? (Bi gorina nivîskar)
1970 li Serêkaniyê ji dayikbûme
Sê pirtûkê min helbestî kurdî çapkirî ne .
1 Ramûsanên Sor 1998 (haîku)
2 Hevdîtina Pêxemberan 2004
3 Ez Tevde Pencere Me 2013
Ya çaran ji bo çapê amade ye . ( Xerîbiyê Ez Kor Kirim ) .
Ya pêncan ( Çend Helbest Ji Bo Diya Min ) ew jî amade ye .
Pirtûkên ko min wergerandin :
1 Min pirtûka Ahmed Arif (hesretinden prangalar eskittim ) ji zimanê tirkî min wergerand zimanê erebî . ji ber ko berê hinka ew wergerandibû zimanê kurdî . Ew li Dûbayê çap bû .
2 Min pirtûka Cegerxwîn ji zimanê kurdî wergerand zimanê erebî ( Jîn û geriya min )
- sê pirtûkên tirkî wergerandin zimanê erebî û ew li Şamê çap bûn .
-ûmmûhan biçaklî ( helbest ) .
-Ahmet tellî ( helbest ) .
-Atîlla îlhan ( helbest ) .
Min gelekî karê wergerandinê kiriye ji kurdî û erebî û tirkî wek
Helbestên helbestvanê ereban yê mezin Mehmûd derwîş ‘ min wergerandin zimanê kurdî û di dergî û belavokên kurdî de belav bûn .
Ji sala 2013 de ez romanê dinivîsînim .
-Romaneke min bi navê ( Xato ) di kovara’ Pênûsa nû ‘ de li ser xelekan hat weşandin .
-Romanek bi navê ( Danûk ) ew jî li ser xelekan hat weşandin .
-Deh rojan li nexweşxana lêkolînê ‘ odeya 219 . sala 2021 çapxana name çap bû . ( roman )
-Şekirê di berîka bavê min de . Avesta çap kir sala 2021 ( roman )
- ( Terpiyê Narê ) roman ew li çapê ye .
Du romanên din amade ne ji çapê re .
Piştî danasîna nivîskar û xebatên wê, hevalên ku di civînê de bûn, xwendin û nirxandinên xwe bi vî awayî kirin.
*
Mehmet ARAK:
Wekî ji navê romanê jî tê famkirin ku roman li ser bîra zarokan hîmên bingehîn digire û her ku diçe gelek çîrok û şaxçîrok li çîroka navend a romanê zêde dibin.
Herçî çîrok û aktorên çîrokan ji Kurdistanê ne ew bîr ne surprîz e ku bibe hêlîna êş û elem û kederên bêdawî..
Loma jî karakterên romanê yên ku piranî jin in li ser wan her tim atmosfereke bi mij û moran bi gazin û gilî hakim e.
Çend deqên sereke yên romanê meriv dikare wek sînor, rev, jevqetîn, dualîzm, guherîn û vegotina folklorîk tespît bike.
Roman bi naveroka xwe ji hêlekê realîst e ji ber ku bûyerên ji jiyana rojana, dab û nerîtên kurdan yê qedîm û serpêhatiyên kesên ji rêzê vedibêje. Dawet, edet û ûsilên dawetê, têkilîyên jintîyan, xwesû û bûka, mesela pismam û dotmaman, merasîma zewacê, şeva ewil a bûk û zava hwd bi hûrgilî tê vegotin.
Ji alîyekî jî hevaltî û pêwendiya karakteran bi pîrebokan re, Rustemê ku li çîyê di şikeftekê de tenê dijî, alîkariya tengezaran dike, bi pîrebok û maran re pêwendiyê datîne û li wan hukim dike( miqabilê Sîyabendê ku bengîyê Xecê û Robîn Hoodê ku di edebîyata Rojava de) deqên realîzma efsûnî dixîne nava romanê.
Çend çîrok bi hevre bimeşîn jî çîroka navend bi hatina pîreboka ku ji mêjve dil ketibû Xanê û bi zanebûn şevekê xwe xist xefka wê, Xanê jî ew kedî kir û bû raz û sirek bo Xanê ku ev raz bû sedema jevqetîna Xanê û Şemso ye.
Di vegotina romanê de zimanekî folklorîk bi rengê çîrokên qedîm yê di şevbihêrkan de ye loma jî xwendin û têgihîştina romanê gelek hêsan û ewqas jî herikbar e.
Di romanê de kêmasîyên redaktorî û edîtoriyê cî bi cî xuya dibin lê ji ber şêweye vegotin û mereqa ku honaka wê bi meriv re çêdikin zêde bala xwîner nakişînin.
Sînorê ku di romanê de wek hesin tê bi navkirin xerabûneke derûnî ya gelekî kûr di mêjîyê karakteran de belkî jî di mêjîyê nivîskar û Kurdan de ava kiriye ku pîrebok jî nikarin bi rehetî tê re derbas bin û herin û werin. loma pîreboka ku girêdaya Xanê ye piştî Xanê qîza xwe Mendêya ku bi sê telaqan hatî berdan tevî herdu keçên wê direvîne binxetê pîreboka wê ya bi navê Xibşê nikare derbas bibe û şîn û girîyekî mezin datîne. Alîkariyê ji Rustem dixwaze û Rustem zane ku tenê di rêya avê re dikare wê derbas bike, piştî ku derbas dibe pîrebokên binxetê wê ji nav û nasnamê bigre heta pûrt û kinc û qilix û qilafetê wê tevde diguherin û bi ser de bîr û hafizayê wê jê dibin. Xibşê, êdî bi navê Gurîn pasevanê şahê pîrebokên binxetê ye.
Di romanê de qewam û serpêhatiyên karakteran ne bi dil û daxwaza wan bin jî çê an xerab guherînên radîkal li ser kesayetên wan çê dikin.
Bi giştî karakter bi şuxl û tevger û bi derûnîya xwe ne rehet in.
*
Şanyar ADIR:
Niviskar Dîlan Şewqî romana xwe a bi navê Şekirê Di Bêrika Bavê Min de. Çîrokek ji çîrokên zargotina Kurdî honandiye. Kesayetê çîrokê bêhtir jin in. Jina ko buye destebirakê pirhebokekî. Belê mijar ecêb e . Lê ne xerib e. Hemû kesayet pir nas in. Bi rastî jî ger jinek derveyî sînorê civatê tevgera wê rastî bertekên wisa bê û heta vê dinyayê xweş bûya wê bidoma. Wê ew tişt bibuya serhefda serê zarokên wê û bandor li jiyana wan jî bikira . Xwe me nava çîrokê de dît ko bextê dê bû cihêzê qîzê. Niviskarê bendê çîrokê qet sist nekir ye. Dema pêdiviya wê nebaşbûna karekteran hebe. Wan dixe nebaş ê axir zemanan. Lê pêdiviya wê baş buna karekterîkî hebe wê/î karekter ê bi heft ava dişo tixe rêza milyaketan. Çîrok gelek himamên xwe va sîtavka zargotina Kurdî ye. Erê Xibşê pirhevoke lê qewata wî nahêje hîn tiştan. Mînak dema Meco li Mendê dixe. Nîkare Meco bide sekinandin lê dikare destê xwe bide ber Mendê da ko laşê Mendê neêş e. Di çîrokê de heft mar hene kû başî û parastinê sembolîze dikin. Ev yek jî dîsa sîtavka çîrokên mey folklorîk bûn. Çîrokê de sê jin hene. Xanê, Mendê û Nafiya. Her wiha sê caran qala şekirê di bêrika bav de kiriye.Ev hersê bav jî qîzê xwe hez dikin. Her yek wan qîza xwe di bêrîka xwe de xwedî dikin. Lê qedr û qiymetek wusa mezin jî nadin. Her çiqas wek têgehek romantîk jî were xuyan- navê romanê. Niviskarê tehn li bava kiriye. Çîrok xwe fantastîk û folklorîke. Lê zimanê wê pir nûjen e. Ji ber wê hev nehatiye. Çîrok her diherike di nava hurgilîyan de dumahiya çîrokê destnîşan dike. Ev yek jî alîkarek baş dide niviskar ko xwenêrê her di bin bandora honakê de bimînin. Çîrok her diçe bela dibe. Dibe çil çiqil. Ser û binê çîrokê tevlihev dibe. Axir xwer re rêyek dibine û kuta dike.
*
Remziye ONCEL:
Roman gelerî û folklorîk e û ji bo wê jî ziman ne li gorî rêzimanê,li gorî kesan hatiye bikaranîn .
Di romanê de behsa pîrhevokekê tê kirin ku navê wê Xibşê ye,lê ew nêr e û ji bo ku ew dilketiye Xanê,ew dibê eger Xanê zanibe ez nêrim ew ê bi min re nebe destbirak. Xanê jî ji mêrê xwe re nabêje ez bi pîrhevokikê re bû me destbirak, heta ku mêrê wê cêwîka Xibşê Mestê dibîne . Piştî Şemsoyê mêrê Xanê Mestê dibîne ew zane ku Xanê bi pîrhevokan re di têkilî yê de ye.
Piştî Şemso pê dihese ku Xanê bi pîrhevokan re bûye destbirak wê berdide û bi yeka dinê re dizewice.
Qîza Xanê û Şemso ya bi navê Mendê jî bi lawê apê xwe Meco re dizewice, ew jî du keçikên wê çê dibin û Meco tahdê li Mendê dike û şevekê serxweş tê malê li wê dixe, li dûre jî jê re dibêje,bi sê telaq min te berda . Piştî wê berdide Mendê diçe mala diya xwe Xanê .
Gotinek pêşiyan heye,dibêjin : "nigê qîzê jî li ê dê çû" . Yanî di romanê de wisa bûye,Xanê jî hatiye berdan,qîza wê Mendê jî hatiye berdan.
Roman bi çûna çûna Xanê û Mendê ya li binxetê dewam dike,heta ku Xanê diçe ser dilovani ya xwe.
Di romanê de qala Rustem hatiye kirin,Rustem biraziyê Xanê ye û têkilîya wî jî bi pîrhevokan re heye,ê wî marên wî jî hene û gelekî alîkarî ya wî dikin . Rustem yekî jîr e,ew li şikeftan,li serê çiya jiyana xwe didomîne.
Dibe ku di romanê de rasteqîn jî hebin,dibe ku nivîskarê ji xwe re ev meteforana bikaranîbin.
*
Reşad KEMAL:
Heger ev novel bi xwendineke Freudyen bête xwendin Xanê jî, Mendê jî, Ristem jî, Şêxo jî tev de nexweş in. Xanê him ji zewaca xwe him jî ji malbata xwe ne kêfxweş e. Mendê li ber zilma mêrê xwe neçar e. Ristem zoroktiyeke trawmatîk jiyaye hwd. Madem wusa ye û leheng nikare vê rewşê biguherîne, mecbûr e xeyalan çê bike, fantazmayan çê bike. Belkî jî esil mijar neaniya zarokeke kurîn e. Ev zexta feodalîteyê ji aliyê psîkolojîyê ve derûniya wan xira dike, zarok neanîn dibe sûc û ev suc jî tê avêtin hustiyê pîrebokan. Mafên jinan tune nin, her tişt di destê mêran de ye. Her du mêr ji ber sedema xwestina zarokên kurîn jinên xwe berdidin an jî li wan dixin. Li gorî felsefeya hêsîran ya Nietzsche, hêsîr belengaz in ne xurt in, mecbûr in lihevker bin. Qîmetên ehlakê diafirînin, qîmetên wek camêrî, qencîheziyê, şukirdariyê hwd. Û dîsa em dibînin jin bi hev re zilmê jî dikin. Ew jî li gorî jiyana bindestan û koleyan diyardeyeke balkêş e. Hêsîr her dem xwe û hevalên xwe sucdar dikin û di rastiyê de ji xwe nefret dikin. Di vê romanê de mezlûm ancax dikarin fantazmayan biafirînin. Pîrhebok jî, mar jî wekî navgînên lehengên çîrokên gel in: gava ku leheng li bi şereke bêeman re, bi ziyayeke heft serî re rû bi rû dimîne, navgîneneke mîstîk û derxezayî digihêje hawara wî, di vê romanê de jî hemû acizî û bindestbûna jinan ji aliyê pîrebokan û maran ve tên sivikkirin û dermankirin. Tujbûna rastiyê tê kokirin û lehzek be jî lehengên me bi wan xeyalan şanaz dibin.
*
Huseyîn DILDAR:
Di edebiyata kurdan ya devkî de formên dêwan û tesewîra wan wek Gurê Manco, Dêlegur,Reşê Şevê hene, ji bilî wan rewrewkên ku mîrov ji xwe re çê dike jî hene. Meseleya pîrobokan jî hema hema li her heremê heye. Îjar em bên ser romanê ; ziman dişibiya zimanê nifşê kafkasyayê û gelekî hêsan û dihat famkirin. Di beşa yekê de xof û meraq heye xwendevan bi rihetî dikare xwendina xwe bidomîne.
Di civaka kurdan de zahmet e yek qîza xwe bide yê ku li ser darê xwe bi rojan veşartiye, çûkan bi saxî dipûrtifîne û danakeve jêr, civak ji vana re dibêje tiredîn û hew qîmetê didinê. Lê bi vî halî Şemso û Xanê dizewicin, a rastî Xanê didin Şemso û çîroka wan dest pê dike. Di nava kêf û xweşiyê de ne heta ku Xanê pîrebokê pê digre ji xwe re dike xizmetkar. Ji bo Şemso çîqas tirsnak û ne ji rêzê be, ji bo Xanê ,ji bo Rustem jî ewqas normal e. Ji ber ku Rustem li çiyê di şikeftekê de dijî û bi pîrebokan re nas e û hevaltiya wan dike. Rustem î lawê birayê Xanê ye û li ber destê dêmariyê pir kişandiye, dawiya dawîn hizûr û azadî li çiyê dîtiye. Di bextê çiyê de ji xwe re pergalek ava kiriyê. Dû re heft marên ku Xibşê(pîrebok) dane Rustem li ber destên wî dixebitin. Li vir meriv dibêje hewcedariya çareseriyê bi lehengê wek Rustemê Zal û heft zar û newiyên wî heye(di edebiyata klasîk ya kurdan û farsan de jî Rustem bi wêrekiya xwe tê nasîn). Lê meseleya bingehîn birayekî Xanê bi navê Şexmûs li binxetê jî heye û pîrebokên binxetê wî dinasin,tew dijminatiya wî jî dikin. Meriv dikare bibêje ku Zelxê ya jinbava Rustem, Rustem,Xanê, Şexmûs, Mendê,Nafya hemû nexweş in û xwedî trawma ne. Welatekî perçekirî û malbateke perçekirî heye. Sînorê di zikê welatekî de hatiye kişandin bûye sînorê malbatekê. Ne tenê sînorê malbatê bûye sînorê pîrebokên wî welatî jî.
Di pirtûkê de têkiliyên jin û mêr, dê û zarok, bav û zarok yanî têkiliyên malbateke kurmanc ya wê deme dû re jî çand û jiyana kurdan, çand û jiyana pîrebokên kurdan bi gelemperî tê dîtin.
*
Saîd MÎRZA:
Bi min ji romana Şewqî tiştek bîra me de maye , ev jî nîşaneya serkeftina wê . Lê li ser dilê me û di eqilê me de rûnenîşt ew jî nîşaneya pirsgireka honakê bû
Tiştên digot li hev nedikir , mînak sînorên binxet û serxetê heman demê sînorê pîrhebokan jî bû . Dîroka sînoran diyar e lê nivîskar çawa anî vê yekê kir sînorê pîrhebokan jî , nizanim
A duyem jî vebêjîya wê de pirsgirek hebûn , zêde mûdaxelaya tekstê dikir
Eger di pirtûkê de pîrhebok tunebûna tê pirtûk wekê pirtûka “ dê û dêmarî “ serkeftî bûya , eger tenê pîrhebok hebûna dê weke pirtûka Ramazan kaya “ saturn” qels bimaya
Koma Xwendinê Saîd Mirza: Tişteke din ; devoka nivîskar û zimanê berhemê wek hev nebûn , ew jî dîyar dike ku Şener Ozmen mûdaxele kiriye … lê Şener pirsgirekên teknîkî piştguh kirîye.
*
Dilbîn.Ş. SARIGUL:
Serlehenga me Xanê ye ku wek Xanimşêr tê bi navkirin, ji ber dîlgirtina Xibşê navê Xanimşêr li Xanê hatiye kirrin. Xibşê nêr e û dil dikeve Xanê ji ber vê jî xwe dide ber mala wê. Lê ji ber hebûna pîrebokê ji xeynê Mendê tu zar nayne û ji ber veşartina hebûna Xibşê, Şemsowê berdide. Paşê kurapê Mendê , Menco bi Mendê re dizewice. Li ji ber neanîna zarokek kur Meo jî li wê dide û berdide.
Dê û keç bi neviyan ve diçine binxetê û Xibşê li wir ji aliyê şahê pîrebokan ve tê dilgirtin. Meco cara duyem dizewicê û şeş kur jê re çêdibe lê dîn dibe.
-Metafor
Metafora heft marên reş, camêrî û navê Rustem, cilguhertin
Ji aliyê teknîkî ve;
-Hûnandinek li gor rastiya civakî û folklorik e.
- Ziman û şêwaz baş diherike lê xeletiyên nivîsî û edîtoryal gelek în. Ji xeynî vê zimanek nêrane bikar aniye û hevokên raşîzan tê de hene. Bi devok hatiye nivîsîn, zimanek zayendî bikaraniye. Heta destdirêjî jjî wek sûcê jinê hatiye nivîsîn( Zelxê).
- Mekanek kifş tuneye i bo derva. Tenê serxet û binxet heye. Ji bilî wê di mekanên girtî de avahî hene.
- Hin rêzikên folklorik xwe tê de dide nişan lê mesela dewsa behsa azadiya jina kurd bike, behsa edetên gerdek û dawetan dike.
- Dema wê kifşe nîn e û dawiya vegotinê bi valaderketina xwîner tê.
- Metaforên wek ji bo bişaftinê cil û berg hatiye bikaranîn û hişyarî bi pirsa ‘’ daye pîrebok bi kurmancî zanin?’’
*
Nîşe: Ev dîtin, nirxandin û analiz şexsî ne, aîdê endamên Koma Xwendinê Ya Amedê ne.
*****
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Fûara Pirtûkan tê: Va ne agahiyên herî dawî
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
Hesabên Diyarnameyê
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com