Diyarname
Destûrnedana gotûbêja Tuncel, li Londonê bi ser saziya kurdan de girtin, 15 saziyan bertek nîşan da. Va ne sê nûçeyên derketine pêş:
BETALKIRINA GOTÛBÊJA TUNCEL
Koma Felsefe û Siyasetê ya Zanîngeha Bîlkenta Enqereyê dê 3'ê meha pêşiya me gotûbêjek li dar bixista. Siyasetmedar û endama Meclisa HDK'ê Sebahat Tuncel wekî axifger hatibû vexwendin. Rektoriya zanîngehê destûr neda. Rektor Turşat Aydogan bi sedema "Tuncel cezayê hepsê xwariye" destûr neda çalakiyê.
BI SER SAZIYA KURDAN A LONDONÊ DE GIRTIN
Polîsîn îngilîz bi ser Navenda Civaka Kurd a li Londona Îngilistanê de girt. Di vê serdeginkinê de Hevseroka Meclisa Gel a Kurdan a Brîtanyayê Turkan Budak, xebatkar Ercan Akbal, nivîskar û siyasetmedar Ali Poyraz, Nûnerê Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel Agit Karataş hatin binçavkirin.
15 SAZIYAN BERTEK NÎŞAN DA
Duh gelek kes hatibûn binçavkirin ku di nav de gelek rojnameger hebûn. Di van serdegirtinan de li Amed rojnameger Roza Metina û Ahmet Sumbul; Li Stenbolê Erdogan Alayumat, Bilge Aksu, Tugçe Yilmaz, Suzan Demir û Serap Güneş; Li Batmanê Mehmet Uçar; li Enqereyê Bilal Seçkin hatibûn binçavkirin.
15 saziyên çapemeniyê daxuyaniya nivîsî belav kirin û gotin, "Dawî polîtîkaya tacîz û çavtirsandina rojnamegeran berdin."
Saziyên daxuyanî dane: MLSA, TGS (Sendîkaya Rojnaemgerên Tirkiyeyê), Gazeteciler Cemiyeti, DİSK Basin-İş, DFG, Haber-Sen, Gazeteciler Cemiyeti a Îzmîrê, Freedom House, Komeleya Çapemeniya Herêmî ya Amedê, Mezopotamya Kadin Gazeteciler Derneği (MKG), ARTICLE 19, Navenda Azadiya Çapemenî û Medyayê ya Ewropayê (ECPMF), Komeleya Jinên Rojnameger, Guneydoğu Gazeteciler Cemiyeti (GGC), EnsTîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî (IPI).
***
***
Nûçeyên Eleqedar:
- YEWKURD'ê banga berdana nivîskar û rojnamegeran kir


