Diyarname
Akademiya Zanistê ya Kraliyeta Swêdê îsal Xelata Nobelê ya ABoriyê da du hemwelatiyên DYA'yê yên bi navê Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson.
Aborîzan Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson li Zanîngeha Stanforda DYA'yê dixebitin. Herdu aborîzan ji ber sedema teoriya mezatê (auction theory) ya eşkere û dîtina formên nû yên mezatê layiqê xelatê hatine dîtin.
Serokê Komîteya Berpirsên Beşa Aborî yê Akademiyê Peter Fredriksson di axaftina xwe de gotin ku vesazkirina masîvanî, bazirganî û mafên emîsyonê, di buhadiyarkirina elektrîkê de rewşa aborî ya ji aliyê mal û xizmetê de, di warên wisa de qîtema mezatê girîng e û gt: "Her roj yên difroşin û yên dikirin di asta astronomîk de rewş diçe û tê. Pir hindik em hebû dikevin bin bandora vê yekê." Fredriksson diyar kir ku Milgrom û Wilson bi lêkolîna xwe rêyek nû daye ber teoriya mezatê.
Xelatên Nobelê 10'ê meha berfanbarê bi merasimek têne belav kirin. Di her beşê de xelat 10 mîlyon kronê Swêdê ye.