Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê ji bo wefata kurê helbestvan Selwa Gulî peyameke serxweşiyê weşand.
Komeleyê di peyama xwe de got ku ew bi xemgînî agahdar in ku lawê nivîskar û helbestvana hêja Selwa Gulî çû ser dilovaniya xwe û wisa got: “Lawê Selwa xanim Hindirîn Gulî, ku hîna gelekî ciwan bû û beriya wefat bike bi deh rojan dîplomaya xwe ya pîlotiyê wergirtibû, ji bo me tevan wendayiyeke gelek mezin e. Bêşik em bi vê nûçeya nexweş gelekî êşiyan. Em wekî Komeleya Nivîskarên Kurd ya Amedê serxweşiyê li helbestvana giranbiha Selwa Gulî û malbata wê dikin û dibêjin em hevparê êşa wan ya giran in. Ji hemî endamê malbatê re, sebir û aramiyê dixwazin. Gelê kurd ciwanekî xwe yê hêja, serwext û zana wenda kiriye, em bi vê êşê digihin, hevpariya vê xema nas dikin.
Lê em dizanin ku helbestvana ezîz Selwa Gulî û malbata xwe wê vê êşê jî ragirin, lewra ew bermayiyên Enfalê ne, nasên hemî wendayî û xwoşewistên xwe yên çûyî ne. Em hêvîdarin ku Selwa xan wê di bin vî barî de neşike, berevajî wê bêtir pênusa xwe tuj û bi şîn û şîr bike û bi helbest û nivîsên xwe, vê xemê ragire.
Dubare em serxweşî û sersaxiyê li helbestavana hêja Selwa Gulî û malbata wê dikin û hevpariya xema wê dikin. Em dibêjin bila rihê Hindirîn Gulî şad be û ciyê wî bihuşt be. “


