Diyarname
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) encamên 4'emîn Pêşbaziya Helbestên Kurdî ya Ciwanan eşkere kir. Ji bo eşkerekirina serketiyan HRRK'ê li Qamişlo daxuyanî da çapemeniyê.
Li gor daxuyaniyê ji hemû herêmên rojavayê Kurdistanê 36 helbestvanên ciwan ji bo wan hatine şandin. Ji van 20 jin, 16 xortan berhem şandine. Juriya ku ji Merwa Birîm, Merwan Berekat, Stêrê Çelo, Kemal Necim û Ehmedê Huseynî pêk dihat berhemn xwendin û biryara xwe dan. Di encamê de ev berhem bi ser keti:
- Xelata 1'emînî: ‘Mefer ji Te Tune ye’ / Diyala Elî
- Xelata 2'yemînî: ‘Beza ber bi Azadiyê ve’ / Mîdya Berekat
- Xelata 3'yemînî: ‘Min Tenê Bihêlin li Vî Bajarî’ / Sewsen Şêx Bekir
Pêşbaziya ku HRRK'ê organîze kiribû, bi piştgiriya aborî ya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê ya li Ingilistanê li dar ket. Di rojên pêş de bi şahiyek wê xelat li serketiyan bêne belavkirin.