Diyarname
Piştî ku Sûriyê balafirê şer ê Tirkiyeyê daxist (22.06.2012) di navbera Tirkiye û Sûriyê de qeyrana şer derket. Ji bo ka gaveke çawa bê avêtin îro Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi serokên partiyên ku komên wan li meclisê hene (CHP, MHP, BDP) re hevdîtinek pêk anî û serî li nêzîktêdayîna wan da.
Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak û mebûsê BDP'ê Ertugrul Kurkçu li ser navê BDP'ê bi Erdogan re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, Serokê Duyemîn ê Serfermandariya Giştî yê Artêşa Tirkiyeyê Orgeneral Hulusi Akar jî hebû. Hevdîtin saetek û 10 deqîqeyan dom kir.
Piştî hevdîtinê li ser navê hevserokan BDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û qala hevdîtinê kir.
BDP'ê di hevdîtinê de ev gotinên xwe anîn ziman:
- Vê bûyerê li qada navneteweyî daxwaza êrîşa ji bo Sûriyê zêdetir kiriye, lê divê dest ji vê polîtîkayê bê berdan.
- BDP bi tu awayî mudexeleya leşkerî ya neteweyî û navneteweyî qebûl nake.
- Ji dêvla Tirkiye mafê xwe yê tolgirtinê pêk bûne, heta dawî rê û rêbazên hiqûqê bide xebitandin û bi vî awayî bi ser bûyerê de biçe.
- Di pêşerojê de li ser pêşketinan bila hikumet parlemenê û komên partiyên siyasî ji pêşketinan haydar bike.