Sîmko Amed
Di van deh - bîst salên dawî de, hejmara wergerên li kurdî, yên ji zimanên cuda, zêde bû. Ez ê di vê gotarê de li ser pirsgirêka wergerê û bi taybetî wergera kurdî, bisekinim. Werger bi giştî dikeve du beşên cuda, wergera nivîskî û wergera devkî. Ev beş ji hev pir cuda ne, û ez ê di vê nivîsara xwe de, tenê li ser wergera nivîskî rawestim.
Werger çi ye?
Werger pêvajoya qulibandina metnekî ji zimanekî li zimanekî din e. Zimanê metna resen, zimanê kaniyê ye, û zimanê wergerê, zimanê armancê ye. Sê gavên vê pêvajoya wergerê hene : têgihîştin, wergerandin û venivîsandin (ji nû ve nivîsandin).
Tê gotin ku, ji bo gihîştina wergereke serketî, gere wergêr bi xwe, tenê ber bi zimanê xwe yê dayikê ve tercime bike. Ev fikir ha tê vê wateyê ku, ji bo wergerandina metnekê, pêwîst e ku wergêr zimanê armancê bi awayekî kûr û zanyarî nas bike. Zanîna vî zimanî ne bes e, lazim e ku werger vî zimanî binase. Divê ew qeyd û rêgez, hevoksazî, rêziman û rastnivîsandina zimanê xwe bi awayekî bê kemasî binase, da ku bikaribe wergereke serkeftî pêk bîne.
Lê belê, ji bo kurdî, pirsgirêk jî ev e ku her çiqas zimanê kurdî zimanê dayikê yê wergêr bibe jî, pirî zeman, zimanê perwerdehiyê yê vê kesê zimanekî din e: mesele tirkî, îngilîzî, almanî, fransî, û hwd.. Ev nebûna perwerdehiya bi kurdî, li her aliyê wergera kurdî dibe pirsgirêk.
Lê belê ev pirsa tenê ya wergera kurdî nîn e. Amatorîzm jî pirseke din e. Werger karekî profesyonel e. Pîşe ye. Xeta ku di nava wergerên amator de herî belav e, ev e ku ev werger hane zêde lîteral in. Li goriya qeydên zimanê armancê nehatine sazkirinê, lê berevajî vê yekê, hevoksazî û rêzimanê van wergeran mîna neynika hevoksazî û rêzimanê zimanê kaniyê ye.
Nebûna perwerdeya bi kurdî, nayê wateya nebûna perwerdeya wergervaniyê jî. Çi li welêt be, çi li derveyî welêt be, perwerdeya wergervaniyê ya li zanîngehan peyda dibe. Belê, ev perwerde ha, li ser wergera kurdî nasekine, lê qet nebe mirov dikare fêrî qeyd û rêgezên wergervaniyê bibe.
Çima werger?
Werger, ji bo her gel û her komeke kesên ku bi zimanekî xwerû deng dikin, aleteke nasîna dinyayî û xwe bi dinyayî dan nasînê ye.
Li vir ez dixwazim bi bîra xwendevanê/î bixim ku wergera nivîskî jî, dikeve du beşên cuda: wergera wêjeyî û wergera teknîkî.
Ji bo edebiyata kurdî, wekî ji bo hemû wejeyên zimanên devkî ne, wergera romanan a ji zimanên biyanî tiştekî sereke ye. Mirov, bi riya xwendina wêjeya biyanî, dikare asoyên xwe fireh bike, tistên nû bizane, binase û bihese. Bi taybetî, pratîka nivîskariyê tenê bi xwendina bê navber a roman, çîrok, kurteçîrok, helbest û yên din re çêdibe. Helbet ev hemû bi kurdî hene, lê hejmara wan pir kêm e, û çiqas çendên bi kalîteyê jî hebin, beşeke pir mezin beredayî ye. Loma, ji yên biyanî hîn bêtir, ji nivîskarên kurd re xwendina berhemên biyanî pêwîst e.
Sewa werger jî ev e.
Van demên dawî li bakurê welêt, daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî ya ji dibistana seretayî heta zanîngehê, ji hêla çalakvanên zimanê kurdî ve gur bû. Helbet, ev daxwaza herî rewa ya gelê kurd e, bi rastî jî, ev daxwaza herî rewa ya hemû gelên dinyayî ye. Lê, dema ku ev daxwaz wiha hat pejirandinê jî, em ê bi xwendekarên kurd di dersan de çi bidin xwendinê? Bi taybetî, em ê çawa edebiyata biyanî bi wan bidin xwendinê, dema ku romanên biyanî yên ku li kurdî werger bûn pir kêm in, em ê çawa felsefiyê bi wan bidin xwendinê, dema ku berhemên felsefîk ên li kurdî werger bûn, bi qasî zanîna min, tune ne?
Ji hêla saziya perwerdeya bilind a Tirkiyeyê ve, niha vekirina beşên kurdnasiyê di çend zanîngehan de pejirî. Lê belê, qet nebe nîvî berhemên kurdnasiyê, ji hêla biyaniyan ve hatin nivîsandinê, û ev berhem hane heta niha li kurdî nehatin wergerandinê. Ev yek jî dibe kêmasiyeke pir mezin.
Helbet, van romanên biyanî, van berhemên felsefîk, van lêkolînên kurdnasiyê, li zimanê tirkî werger bûn. Lê, dema ku me azadiya perwerdeya bi zimanê xwe bi dest xist, gelo em ê, ji mecburiyetê, di mekteb û zanîngehan de hin pirtûkên bi tirkî bidin xwendinê ?
Nabe.
Loma, ne tenê wergera wêjeyê, ku ev ji xwe pir hindik e, lê belê wergera metnên din jî pêwîst e.
Lê belê, heyf û mixabin e ku ji berhemên wêjeyê gelek bêhtir, wergera metnên teknîkî (hiqûqî, siyasî, bijîşkî, zanistî, û hwd.) karekî ku li goriya pîvanên bazirganiyê pêk tê, û ev jî dibe sedema ku, roja niha, ev metnên teknîkî li kurdî qet nayên wergerandinê.
Pirseke din jî heye : ji bo wergera berhemên zanistî, afirandina neolojîzm û termînolojiyeke nû jî divê, ji bo ku di wan de, gelek têgeh û fikir hene ku di zimanê kurdî de peyda nabin. Ji bo wî, pêdiviya bi akademiyeke zimanê kurdî heye, ku dê bikaribûya vê termînolojiyê bi xwe biafirîne, da ku wergêr û nivîskar wê paşê bi kar bînin. Heta ku ev "ferhengoka peyvên zanistî" çênabe, her nivîskar û wergêr dikare peyva ku ew herî jê hez dike bi kar bîne, û tevlîheviyeke mezin ji bo xwendevanan çêdibe. Mixabin, ev helwesta dûrî aqilan hê jî didome.
Ji xwe, ev pêşdexistina zimanê kurdî, dê hikumeta basûr bikaribûya pêk bîne, û akademiyeke wiha biafirîne. Lê mixabin, ew heta niha bi vê yekê mijûl nebûn.
Karê wergera kurdî pir zor e. Pêşeng tune ne. Rêgez tune ne. Pirtûkên li ser pirsgirêkên taybet ên wergera kurdî tune ne. Ders tune ne. Beşên wergera kurdî, heta ku ez bizanim, di zanîngeheke dinyayî de jî tune ye.
Heta ku ev akademiya zimên, û ev perwerdehiya wergervaniya kurdî hebe jî, ji bo wergêrên kurd ên pêşerojê, şêwirên min ev in : berî her tiştî, bila zimanê kurdî bixwînin. Qeyd û rêzimanê wê bizanin. Bila zaravayên din jî bixwînin, zazakî û soranî wekî mînak, sewa ku xwendina zaravayekî din, nasîna zimanê kurdî xurtir dike. Bila wergerên heyî jî hemû bixwînin û xetên wan bibînin, da ku dubare nekin, û başiyên wan jî bibînin, da ku sûd jê werbigrin.
Em çi werdigerînin?
Werger bi giştî pêvajoyeke dûr û dirêj e. Wextê mirov pir digre, û dema ku mirov ji kurdî û bi taybetî li kurdî werdigerîne, parê vî karî zêde tune ye. Ji bo vê, muhîm e ku wergêr, berhemên ku ew ê wergerîne rind hilbijêre. Lazim e ku ew rind bifikire, ka ji bo gelê kurd çi pirtûk lazim e, çi ji pirtûkxaneya gelê kurd re kêm e, di çi warî de berhemên bi kurdî tune ne? Ji xwe, li ser bersiva van pirsan me di beşa jorîn de hin mînak dan û hin rê destnîşan kirin.
Niha, rewşa wegera ji kurdî li zimanekî din hinekî cuda ye. Lê ev jî pir girîng e. Ez bawer im ku di vî warî de, kurdên ku derveyî welêt mezin bûn û hem bi zimanê kurdî, hem bi zimanekî biyanî rind perwerde bûn, dikarin encamên pir baş bigihînin. Ji xwe, hebûna wergerên rind ên roman û metnên kurdî ya bi zimanên biyanî, çand û zimanê kurdî bi dinyayî dide nasîn û bi vî awayî, alîkariya doza gelê kurd dike.
Wekî din, beşeke wergera kurdî jî heye ku zêde nîqaşên li ser wê nabin, û ev jî wergera navzaravayî ye. Mane wergera ji kurmancî li soranî, ji soranî li kurmancî, ji zazakî li kurmancî û yên din... Lê belê, ew cureke wergerê ye ku, di muhtemeliya avabûna dewleteke kurd de, dê pir pêwîst bibe. Mînak ji bo belgeyên resmî yên mîna qanûnên parlamentoyê û felan, gerekiya metnên bi hemû zaravayên kurdî jî heye.
Belê, di dawiyê de, ez dixwazim pirseke ji we xwendevanan bikim : bi ya we, gere di serî de çi berhemên biyanî diviya li kurdî hatibûna wergerandinê ? Wekî din, diviya çi berhemên kurdî pêşî li zimanên biyanî hatibûna wergerandinê ? Hûn dikarîn lîsteya xwe ya deh berhemên biyanî û deh berhemên kurdî, çi wejeyî û çi newêjeyî, ji vê adresa min a simkoname@gmail.com re bişînin.