Diyarname
Balerîna navdar a kurd Leyla Bedirxan sala 1986'an de miriye lê heta niha nedihat zanîn ku gora wê li ku ye. Niha gora wê hat dîtin.
Leyla Bedirxan di sala 1903'yan de li Stenbola Tirkiyeyê hatiye dinê. Diya wê Henriette Hornik yeka cihû bû û Ebdulrezzaq Bedirxan bû. Ew yek ji malbata Bedirxaniyên navdar bû lê tiştê ku ew derxistine pêş ne malbata wan, keda wê bi xwe bû. Ji ber ku ew balerîn bû û wekî yekemîn balerîna kurdan tê zanîn. Di heman demê de navê Prensesa Kurd lê hatiye kirin.
Leyla Bedirxan di sedsala 20'an de hin lîstikên dansên
modern pêşkêşî cîhana dansê kiriye. Ew di sala 1986'an de mirine û li Goristana Saint-Cloud a li Parîsa Fransayê hatiye definkirin.
Heta niha nedihat zanîn ku gora wê li ku ye. Herî hindik raya giştî hay jê tune bû. Lêkolîner Osman Aydin ku li ser Bedirxaniyan bi tirkî du pirtûk nivîsîne, ligel Ahmet Kardam ketiye dû gora Leyla Bedirxan û gora wê peyda kiriye. Aydin bi ser hesabê xwe yê tora civakî re ev agahî belav kir û got, "Birayê me Pascal Boran gor dît û wêneyê wê bo me şand. Leyla Bedirxan ligel mêrê xwe Henri Touache li heman gorê hatiye definkirin." Hin lîstikên ku Leyla Bedirxan lîstine: - Dansa Durzî (Danse Druse) - Çapa Pers (Estamp Persane) - Hiyeroglif (Hiêroglyphe) - Dîlan - Şervanê/a Kurd (Guerrier Kurde) - Tef (El Tar /Tambourin) - Fellahine
Leyla Bedirxan ku di sedsala 20'an de li gelek welatan lîstikên xwe yên dansa modern pêşkêş kirin, hin lîstikên wê ev in:
Lêkolîner Osman Aydin û Ahmet Kardam gora Leyla Bedirxan peyda kirine.
**
Not: Agahiyên ser Leyla Bedirxan ji wîkîpedîayê hatine girtin


