logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Klîbên kurdî yên ku herî zêde lê hatine temaşekirin

Çend kes li klîbên kurdî guhdarî dikin? Di vê serdema ku kanalên dîjîtal yên ji bo muzîkê zêde bûne de rewşa yên bi kurd

  • Dîrok: 27/11/2020
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil OGUZ

Çend kes li klîbên kurdî guhdarî dikin? Di vê serdema ku kanalên dîjîtal yên ji bo muzîkê zêde bûne de rewşa yên bi kurdî çi ye? Me vê carê xwest berê xwe bidin wan û binêrin ka klîbên hunermendên kurd çiqas hatine temaşekirin.

Ji bo em li bersiva pirsa xwe bigiren me berê xwe da kanalên Youtube... Hat dîtin ku di vê serdemê de yên xelkê bi mîlyaran car têne temaşekirin. Em pêşî ji wan çend mînakan bidin û derbasî yên kurdî bibin. 

PYS, SHAKIRA, BEYONCE 

Ji yên biyanî mînak strana PYS "Gangnam Style" ji aliyê 3.870 mîlyar kesî ve hatiye temaşekirin û bi ser 5 mîlyon kesî de lê şirove kirine.

Mînak strana Shakira "Waka Waka" ku ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2010'an a li Afrîkayê li dar ket çêkiribû 2,652 mîlyar car hatiye temaşekirin û mîlyonek kesî jî şirove kiriye. Her wiha Shakira bi "La La La" jî dikeve nava vê nûçeya me ku ev strana wê jî mîlyarek û 137 mîlyon car hatiye temaşekirin û 256 hezarî zêdetir kesî jî şirove kiriye. (https://www.youtube.com/watch?v=7-7knsP2n5w)

"Halo" ya Beyonce ji aliyê mîlyarek û 89 mîlyon kesî ve hatiye temaşekirin. (https://www.youtube.com/watch?v=bnVUHWCynig)

Yên negihîştine mîlyarî lê bi sed mîlyonan car hatine temaşevan jî hene; wekî Michael Jackson, Spice Girl, U2, Jennifer Lopez û hwd.

KLÎBA KURDÎ YA 127 MÎLYON CAR HATIYE TEMAŞEKIRIN

Di serdema ku yên xelkê bi sed mîlyonan car, bi mîlyaran car hatine temaşekirin de di yên kurdan de me tenê yek peyda kir ku ji aliyê 100 mîlyon carî zêdetir hatiye temaşekirin: "Kurdish Mashup" a Halîl Festî & Îbocan Sarigul. 

Berî em kîteyan bidin em hin agahiyan rêz bikin: Me klîbên ku bi ser 5 mîlyon carî re hatine temaşekirin xistin vê nûçeyê û lîsteya li jêr. Hunermendên bi eslê xwe kurd lê bi zimanên biyanî strane û gelek û gelek hatine temaşekirin hene lê me ew negirtin nav vê nûçeyê. Wan tenê yek bi kurdî strabe jî me negirt nav vir. Bo mînak "Şemamê" ya Îbrahîm Tatlises 75 mîlyon car hatiye temaşekirin. Wekî vê hene, neketine nava vê nûçeyê.

MÎNAKA PERWER, XEMGÎN Û ARÎÇ

Dîsa mînaka Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Nîzamettîn Arîç û hinên wekî wan hene ku bi dehan salan in kedê didin, me ew nexistin nav vê lîsteyê. Eşkere ye yê van hunermendan jî heta niha gelek stranên wan ji aliyê mîlyonan ve hatine temaşekirin, lê ji ber bela wela bûne (van salên dawî wan jî kanalên taybet vekirin) nediyar e ka kîjan çiqas hatiye temaşekirin.

KURDISH MAHSUP LI PÊŞ IN

Di encama lêkolînê de derket holê ku herî populer, yên herî temaşevanan dikişînin "Kurdish Mashup" in. Ji aliyê qelîteya muzîkê ve, ji aliyê vegotina wan ve probleman di nava xwe de dihebînin. Lê em vê nirxandinê ji bo rexngirên muzîkê dihêlin û em bi delîl diyar dikin ku herî zêde li klîbên wan hatine temaşekirin. Tenê di vê beşê de klîb gihîştine 100 mîlyon temaşevanan.

FESLÎ Û SARIGUL LI PÊŞ IN

Di vê "Kurdish Mashup"ê de du kes hene, navên wan Halîl Feslî û Îbocan Sarigul e. Bi navê "Kurdish Mashup" par tiştek çêkirine. Klîbek ji bo wê kişandine û heta niha ji 126 mîlyonî zêdetir car hatiye temaşekirin. Bi vê yekê ew di nav nûçeya me de di rêza yekemîn de cih digirin. Di vê beşê de cihê Rojbîn Kizil û Fehîmeyê jî gelek muhîm e. Klîba wan a yekemîn "Kurdish Mashup" ji aliyê 42 mîlyon kesî ve hatiye temaşekirin ku di rêzên pêşî de cih digirin. Li gor me diyar kir serê pêşî van her du ciwanan cureya "Kurdish Mashup"ê daye dest pê kirin. Ji kesên "Kurdish Mashup" saz kirine cudatir Rojbîn Kizil û Fehîme bi klîba xwe ya duyemîn jî ketine rêzên pêşîn, ji ber ku "Kurdish Mashup 2"ya wan jî 25 mîlyon car hatiye temaşekirin. Ji bo Rojbîn Kizilê em notek din jî datînin vir: Klîba strana wê "Lawo Dîno" ku wê bi xwe nivîsandiye û xwendiye gihîştiye 8 mîlyon temaşevanî.

Di "Kurdish Mashup"an de Arî Jan bi 16,8 mîlyon ketiye nav rêzê.

DU MÎNAK OMER SILÊMAN Û BERDAN MARDÎNÎ

Omer Silêman (bi îngiliziya wî "Omar Souleyman" nivîsiye) heye. Ji gundê Tel Temir a Serê Kaniyê ye. Di sala 1966'an de hatiye dinê. Klîbên wî li nav youtube difirin. Klîba ku ji bo strana "Wernê Wernê" çêkiriye heta niha 79 mîlyon car hatiye temaşekirin. Bi vê rêjeyê di nav lîsteya me de ew ketiye rêza diduyan. (Ev e ew klîb: https://www.youtube.com/watch?v=lVlgMEFu1PI)

Û Berdan Mardînî. Mardînî ji Mêrdînê ye, bi tirkî û kurdî distrê lê ji ber bernameyê wî ya li TRTKurdî ku bi kurdî çêdike li nav beşek kurdan wekî hunermendekî kurd tê hesibandin. Me ew jî girt nav lîsteyê û ew bi strana "Nesrînê" bi 42,9 mîlyon temaşevanî ketiye nava rêzên pêşîn.

MEM ARARAT CIHEK MUHÎM DIGIRE

Ji hunermendan Mem Ararat cihek muhîm digire ji ber ku xala yekem bi strana "Xaçirêk" ku 17 mîlyon (https://www.youtube.com/watch?v=HDj1kOUaN1Q) car hatiye temaşekirin cihê xwe di rêzên pêşîn a lîsteyê de girtiye. Xala din jî tekane kes e ku bi 4 stranên xwe di vê lîsteyê de cih girtiye. Ji bilî "Xaçirek" bi 3 stranên din jî bendava me ya "5 mîlyon"î derbas kiriye: "Evîn" (8.7 mîlyon), "Xatir Xwestin "(5,9 mîlyon), "Girê Sîra" (5,2 mîlyon)...

HUNERGEHA WELAT

Em paragrafek jî ji bo Hunergeha Welat vekin: Hunergeha Welat ku li Rojava kar dike ev du sal in her klîba wan deng vedide, balê dikişîne. Ew bi klîba “Şervano” ketine nava vê lîsteyê, lê em dixwazin balê bikişînin ser “Nazê Nêrgiza Hewşê” (https://www.youtube.com/watch?v=ytsUbEqIPJo) jî. Ev klîb ligel ku îsal di 23’yê gulanê de hatiye weşandin jî heta niha 4.2 mîlyon car hatiye temaşekirin. Klîbên din hemû bi ser salekê re ne ku hatine weşandin lê ev klîb hê di 6 mehan de gihîştiye bendava sînorê me, loma ketiye vir. Ger em parvekirinên vê klîbê li cihên din ên bêyî destûr hatine weşandin jî lê bikin sînor zêdetir derbas dike.

KANALÊN ZAROKAN

Li vir em du agahiyan jî li ser kanalên tv yên zarokan bidin. Ew jî balê dikişînin. Ji Pêlîstang TV strana "Were Were Canê" 29 mîlyon car, ji Zarok TV strana "Kîvroşkê" 5,3 mîlyon car hatiye temaşekirin.

Bi xêr û gunehên xwe me lîste amade kir û em pêşkêşî we dikin. 



Pêşî Rojbîn Kizil û Fehîme "Kurdish Mashup" daye dest pê kirin û ev pêl belav bûye.
 

Lîsteya klîbên kurdî ên ku herî zêde hatine temaşekirin:


- Halîl Festî & Îbocan Sarigul, "Kurdish Mashup": 127 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=G14XK7DMi0Y

- Omer Silêman "Wernî Wernî": 79 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=lVlgMEFu1PI

- Sê Bira, "Canê": 75.6 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=yvciRW_EIac&feature=youtu.be

- Berdan Mardînî, "Nesrînê": 42,9 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=9SJC5NMbVQ8

- Xecê Herdem, "Çavken": 42 mîlyon (Wekî notek gelek klibên Herdem hene ku zêde hatine temaşekirin)

https://www.youtube.com/watch?v=QF-e-R8UPFg&feature=emb_logo

- Rojbîn Kizil & Fehîme "Kurdish Mashup": 42 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=vWX9xhcDr94

- Hozan Dîno, "Oy Yarê": 29 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=qOHv6mCAflc&feature=youtu.be

- Rojbîn Kizil & Fehîme "Kurdish Mashup 2": 25,9 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=ImnWrDq-zO4

- Şiyar û Dijwar, "Dilê Rezîl"; 24 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=2TMO1HyPFEM

- Tekîn Bozkurd, "Lore": 20,9 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=WfsZUcOVeUQ

- Marya Hawramî, "Dlakam": 22.7 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=r2kuc3JO-L8

- Mem Ararat / Xaçirêk: 17 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=HDj1kOUaN1Q

- Arî Jan - Mashup ft. Nirmeen: 16.8 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=T4f7LRXCwWs

- Hardî Salamî, "Parî" : 14.4 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=zNWf0ItRXbw

- Karwan Kamil & Dashni Morad, "Binaz": 13.6 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=Ff49SXGBsaY&feature=youtu.be

- Rojda, "Hey Lê Lê": 13,3 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=2gfUuYHzORY

- Ciwan Haco & Hulya Avşar, "Esmer": 11,4 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=bw1UzyRoIQ4

- Komsay, 'Em Katet Bash': 10 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=pSHSKcIo-Wo

- Betul Barkin & Ali Kayir, "Kurdish Mashup": 9,7 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=TmbhxuSNLpw

- Enes Kaçmaz&Recep Suslu, "Kurdish Mashup": 9,1 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=2y271XtIejY

- Shahram Sardar, "Bo Toray": 8,6 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=oaQ7VWmzo74

- Mem Ararat, "Evîn": 8.7 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=qakFkdGY2AU

- Nevzat Çiftçi & Sofî Omer. "Govend": 8,4 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=Y9My9cU7T2Y

- Ugur Çoban, Yeliz Çoban, "Kurdish Mashup": 8,1 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=S_wGRg88rxs

- Rojbîn Kizil, "lawo Dîno": 8 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=XgBfkZeGaRo

- Handi Salami, "Lem Bbura": 8 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=9MM2-_1Hts8

- Chopy, "De Bêro": 7.7 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=N_9PN_Iy7ZA

- Mahabad Mijabad, "Wal lê lê": 7,3 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=6ES5hK2RJN0

- Xecê, "Xezal" (Li ser kanala SesMedia): 7,1 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=-9oy6Q6Cx_8

- Hunergeha Welat, "Şervano" (Li ser kanala Art Recordsê): 6,7 mîlyon (Heman klîb li ser kanala Hunergeha Welat jî 3,6 mîlyonî caran hatiye temaşekirin)

https://www.youtube.com/watch?v=_QZkWVCk9Zs

- Rewşan Çelîker, "Lo Berde": 6.5 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=qED9s2sa19Y

- Gonul Dîlan, "Kurdî Mashup": 6,4 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=S4vOpaMjxpk

- Diyar, "Tîna Rojê": 5.9 (Strana ku Diyar ji bo hilbijartina HDP'ê çêkiribû 7.9 mîlyon car hatiye temaşekirin, me ew nexist lîsteyê)

https://www.youtube.com/watch?v=cT6cx2iqnek

- Servan Zana, "Eyşokê": 5,9 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=A1gp3NHWtyg

- Mem Ararat, "Xatir Xwestin": 5,9 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=WAc929QE5Hk

- Hardî Salamî, "Dana ba Dana": 5.9 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=FxxDGYBpm6Q

- Hunermend Dilyar: 5.3 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=AX220ueImik&fbclid=IwAR32j-nZODvnXP5BUtECjezPVeqmqET5SFpD3P92qQysfliisyEDj7oOvnA

- Mem Ararat / Girê Sîra: 5,2 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=w7xmI20LnHg

- Mehmet Atli, "Pêşiya Malê"; 5,1 mîlyon

https://www.youtube.com/watch?v=HAhueW3XhNE

- Aynur Dogan, "Qumrikê": 5,1 mîlyon.

https://www.youtube.com/watch?v=QvGQxCclSpM


TÊBINÎ: Ger yên ku me nedîtibin hebin û em bêne agahdar kirin emê lê zêde bikin.


Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

***

 

REKLAM:

JI BO PROMOSYONÊ NAVNÎŞANEKE NÛ

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 29 08 2026

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

news
  • 28 08 2026

Jurî 'Belgefîlman' û 'Kurtefîlman' eşkera bî

news
  • 19 08 2026

Rojên li darketina Fûara Pirtûkan a Amedê diyar bû

news
  • 18 08 2026

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev

news
  • 14 08 2026

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê

news
  • 07 08 2026

Festîvala Koxê bi meşê dest pê kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Gava mirov ji ‘cîgeha sifir’ê li jiyanê binêre

ad

Ji Nûbiharê ajanda û salnameya 2013'yan a bi kurdî

ad

Kurteçîrokên Herikandina Hiş

ad

Hikumetê paketa xwe eşkere kir

ad

Belkî Cannes bêro taloqkerdişî

ad

Îro anketên nû: KONDA û METROPOL'ê jî anketên xwe belav kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname