Diyarname
14 fîlmên ku SIYAD'ê hilbijartin dê di navbera 4-17'ê tîrmehê de li salona sînemayê ya Beyogluyê bêne nîşandayîn.
Salona sînemayê Beyoglu ku li Beyogluyê ye cih dide fîlmên li derveyî sînemaya Amerîkayê û van rojan dibe ku bê girtin. Komeleya Nivîskarên Sînemayê (Siyad) jî her sal ji fîlmên ku salekê ketine vîzyonê ji bo li dû hev bêne nîşandayîn hilbijartineke pêk tîne û pêşkêşî salona Beyogluyê dike. Bi vê yekê Siyad piştgiriya xwe ya ji bo salona sînemayê ya Beyogluyê pêşkêş dike.
Siyadê ev hilbijartina xwe îsal jî pêk anî û ji fîlmên biyanî yên herî balkêş 20 heb hilbijartin. 14 fîlmên ji van 20'ên pêşîn di navbera 4-17'ê tîrmehê de dê li Beyoglu Beyogluyê bêne nîşandayîn.
Di nav fîlman de "Labîrenta Pan" a derhêner Guillermo Del Toro ku ji Oscarê heta Fipresci gelek xelat girtiye heye. Fîlmê Alfonso Cuaron ê balkêş “Son Umut (Hêviya Dawî)”, fîlmê A. Gonzales Inarritu "Babîl" ku Brad Pitt û Cate Blanchett têde lîstiye, fîlmê Ken Loach ê xwediyê Palmiyeya Zêrîn “Bayê Azadiyê” û "Tirs"a Tom Tykwer ku ji pirtûkên bi heman navî ku gelek firot jî heye.
Û fîlmên din: “Başkalarinin Hayati (Jiyana hinên din)”, “Kuçuk Gun Işigim (Ronahiya Roja Min a Biçûk)”, “Donuş (Veger)”, “Kuzey Faresi (Mişkê Bakur)”, “Bukreş’in Dogusu (Başûrê Bukreşê)”, “Esma’nin Sirri (Raza Esmayê)”, “Uç Defin (Sê Gencîne)”, “Tutku Oyunlari (Lîstikên Azweriyê)” û “13”.
Buhaya bilêtan bi 5 YTL'yê ye.


