Diyarname
E-kovara li ser sînemayê bi navê Sînemaya Serbixwe niha hejmara xwe ya 5’an pêşkêşî sînemahezan kir. Berî niha bi 7 mehan kovarê hejmara 4’an pêşkêş kiribû.
Di vê hejmarê de jî nivîs û gotarên bi kurmancî û kirmanckî li ser sînemayê hatine weşandin.
Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe ked dane kovarê. Her wiha di vê hejmarê de; nûçe, portre û naverokên sînemayê jî hene.
Ji hevpevyînên vê hejmarê: Rûmet Onur Kaya ligel derhêner Hesen Demîrtaş hevpeyvînek kiriye. Demîrtaş qala xebatên xwe kiriye. Remezan Haydaroglu jî ligel edîtorê kovarê Rûmet Onur Kaya hevpevyîn kiriye.
Ji bo yên bixwazin bixwînin:


