Diyarname
Saziyên zimanan ên welatan car bi caran peyvên xwe yên di ferhengan de li ser serdem anû diguherînin, şikleke din didinê. Niha tirkan jî di vî warî de hin guhartin çêkirin.
Turk Dîl Kurumu (TDK - Saziya Zimanê Tirkî) hin peyvên tirkî guherandin û bi vî rengî dê di çapên nû yên ferhengên wan de cih bigirin.
Yek ji peyvên ku guhartine jî peyva li ser navçeya Bazîdê ye. Tirkan ji bo navçeya Bazîda Agirî digot "Dogubeyazit", niha TDK'ê biryar girt ku dê êdî bêjin "Dogubayazit" bikar bînin. Yek ji peyvan ku van salên dawî gelek di rojeva kurdan de ye "Kayyum" e. Peyva "kayyum" guhartin kirin "kayyim".
Va ne hin peyvên ku TDK'ê guhartine (Pêşî yê bê - dûre yê niha tercih kirine):
- Doğubeyazıt / Dogubayazit
- Horon vurmak / Horon tepmek
- Çig borek / çi borek
- Yeşilzeytin / yeşil zeytin
- Marmara Ereglisi / Marmaraereglisi
- Yakan top / yakantop
- Kumeden duşmek / kume duşmek
- Kayyum / kayyim
- Yeşilsogan / Yeşil sogan
- Yeşilbiber / yeşil biber
- Boy bos / boy pos


