Diyarname
Li gor daneyan Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê li Tirkiyeyê niha 381 girtîgeh hene ku ji van 139 hebê wê di 10 salên dawî de hatine çêkirin û tenê par 38 heb hatine çêkirin.
Ji rojnameya Cumhuriyetê Çîgdem Toker ev mesele di quncikê xwe de girt dest.
Vane hin kîteyên ji nivîsê:
- Di sê mehên dawî de KKTC jî têde 11 heb girtîgeh hatine çêkirin û ji bo van bi temamî 1,5 mîlyar pere hatiye xerckirin.
- Hejmara girtîgehan niha 381 e ku di 10 salên dawî de 139 heb hatine çêkirin ku herî zêde di van 10 salan de hatine çêkirin.
- Di sala 2016'an de bi temamî 38 girtîgeh hatine çêkirin.
- Li girtîgehan 201 hezar û 177 kes girtî ne.
- Ji girtiyan hejmara zarokên temen di navbera 12-17'an de 2 hezar û 800 e
- Berî 15'ê tîrmeha 2016'an hejmara kesên girtî 191 hezar û 423 bû.
- Li girtîgehan girtî di hin karan de têne bikaranîn, ji van karan par 2 mîlyor û 854 mîlyon TL pere hatiye bidestxistin. Beramberî vê tenê 30 mîlyon TL yewmiye (meaş) dane van girtiyan.


