logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Mexdûrek qala tora fihûşê ya li Licê kir

  • Dîrok: 25/11/2025
  • Beş: Nûçe

___Heval Onkol / MA / AMED___

Jina ku ji ber gefa girtina birayê xwe ketiye tora fihûşê, qala tora fihûşê ya li Licê kir û bangî rêxistinên jinan kir. 

Li Kurdistanê zêdebûna torên fihûş û madeyên tiryakê, bi destê û piştgiriya karmendên dewletê, balê dikişîne. Li navçeya Licê ya Amedê ku van demên dawîn bi mirin û întiharên biguman ên jin û zarokan dikeve rojevê, tora ku jinên ciwan û zarokan ber bi fihûşê ve dikişîne, derket holê.
 
Li gorî agahiyên ku gihîştine ajansa me, tora fihûşê ya ji 5 kesan, jê 1 jin û 4 mêr, jinên ciwan bi rêyên curbecur, bi rêya wêneyên wan ên bidestxistî, ber bi fihûşê ve dikişîne. Çeteya fihûşê ya ji B.M., E.P., S.A. û O.A. û jina bi navê R.M. pêk tê, bi taybetî parkên navenda navçeyê bi kar tîne. Parkên Hasan Yilmaz, Hînke û Umît Çelîk wekî cihên xistina tora fihûşê û cihên hevdîtinê tên bikaranîn. Întiharên ku van demên dawîn li navçeyê zêde bûne, jî bi vê torê ve tên girêdan.
 
Jina ku ji aliyê çeteyê ve ketiye nava tora fihûşê û ji ber ewlehiya jiyana xwe ji navçeyê reviyaye û li bajarekî din bicih bûye, nexwest navê wê eşkere bibe û tiştên ku jiyaye û tora fihûşê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re got.
 
BI GEFAN XISTIN NAV TORÊ 
Jina ku anî ziman ku nêzî salek berê birayê wê ji ber sûcekî edlî hatiye binçavkirin û piştre polîsan avêtine ser mala wan, diyar kir ku ji ber tu delîl li malê nehatine dîtin, birayê wê hatiye berdan. Jinê got, B.M. ê ku di heman demê de pê re ketibû têkiliyê û piştre fêhm kir ku endamê tora fihûşê ye, gotiye ku delîlên girtina birayê wê di destê wî de ne. Jinê diyar jir ku B.M. van vîdeo û delîlan şandiye û ji wê re wêneyên nemunasib xwestiye û ev tişt got: “Digot, ‘heke tu wêneyên ku ez dixwazim ji min re neşînî, tu neyê cem min, ez ê birayê te bidim girtin.’ Ji ber vê gefê, min carekê qebûl kir. Piştî ku min qebûl kir, berdewamiya wê jî hat. Her tim dest bi xwestina wêneyan kir.”
 
BIRAYÊ WÊ REVANDIN
Jinê diyar kir ku B.M. ew bi parvekirina wêneyên wê bi malbat û derdora wê re gef li wê xwariye û destdirêjiya xwe domandiye. Jinê got ku gef û destdirêjiya B.M. bûye sîstematîk, şevan bi çekan li dora mala wan geriyaye û herî dawî jî gef lê xwariye ku wêneyên wê bide E.P. ê di tora fihûşê de.
 
Jinê destnîşan kir ku B.M. ê ku di meha gulanê de dîsa bi çekê li derdora wê digeriya, birayê wê yê 17 salî revandiye û ji bo ku birayê xwe xilas bike, neçar maye tecawizê qebûl bike. Jinê anî ziman ku tevî guhertina hejmara telefona xwe jî ji tacîzên B.M. xilas nebûye.
 
BI DEWLETÊ RE DIXEBITIN
Jinê destnîşan kir ku ew tenê neketiye tora vê torê, herî kêm 8 jinên din ên ku ew navên wan dizane jî li navçeyê bi heman awayî rastî tacîz û tecawizê hatine. Jina ku ji ber ewlehiya jiyana xwe û malbata xwe ditirse ku ji bo tiştên ku hatiye serê wê serlêdanê li dadgehê bike û ji ber vê yekê bajar guhertiye, rave kir ku endamên tora fihûşê bi karmendên dewletê re jî dixebitin, ji ber vê li hemberî van êrişên ku ji aliyê gelek kesan ve tên zanîn, ti tevdîr nayên wergirtin.
 
BANGA LI RÊXISTINÊN JINAN
Jinê diyar kir ku tacîzên B.M. didomin û bang li parêzvanên mafan, nexasim rêxistinên jinan ên li bajêr kir ku li dijî tora fihûşê ya li navçeyê tê hatiye avakirin, têbikoşin û piştgiriyê bidin wan.
 
SIBÊ: Endama jin a torê, mêran dike Sîxur
 
 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Dadgehê daxwaza derhêner Polanski red kir

ad

Ji nav dîrokeke 'Şikestî'

ad

Pirsa hûn çima rojnameyê nakirin pirseke şaş e!

ad

Cîhan Roj vê carê romanek nivîsî: Gîtara bê têl

ad

Temelli diçe serdana Barzanî

ad

Wê kurdî bibe 'Zimanê herêmî'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname