Diyarname
Di hemû lîgên Ewropayê lîg bi dawî bûn, di lîgên UEFA, Lîga Ewropa û Lîga Konferansê de jî kûpa gihîştibûn xwediyên xwe, îro jî maça kûpaya dawî tê lîstin. Kûpaya Lîga Şampiyonan ku wekî kûpaya herî mezin, kûpaya yekemin a UEFA'yê ye îro wê yan biçe Spanyayê yan biçe Almanyayê.
Tîma alman Borissua Dortmund û tîma spanyolî Real Madrid di fînala Lîga Şampyonan de îro li Îngilistanê tên hemberî hev.
Hakêm Slavko Vincic xwê maçê bi rê ve bibe. Real Madrid ku li La Lîgayê bûbû şampiyon dixwaz kûpaya mezin jî bibe mala xwe. Dontmund ku li Bundeslîgayê îsal salek nexweş derbas kiribû, dixwaze bi vê kûpayê dilê temaşevanên xwe xweş bike.
Çawa hatin vir?
Borussia Dortmundê di çarîk fînalê de tîma Atletico Madrid, di nîv fînalê de jî Paris Saint - Germain (PSG) têk bir û hat fînalê. Real Madridê jî di çarîk fînalê de Manchester City, di nîv fînalê de jî Bayer Münih têk bir û hat fînalê.
Maç li gor saeta Amedê îro saet 22.00'an de li Stada Wembley tê lîstin. Li Tirkiyeyê kanala Exxen bi şîfre, TV8 bê şîfre maçê belav dike.