Diyarname
Li ser hewldana nû ya kontrola deriyên sînor ajansa Rojnewsê nûçeyeke belav kiriye û gotiye, "Piştî ku Iraq di doza petrolê de li hemberî Tirkiyeyê bi ser ket û dadgehê di berjewendiya Bexda de biryara rawestandina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê derbazî bazara cîhanê dibe da û şûnde, niha jî Bexda berê xwe daye ser deriyên sînor yên Herêma Kurdistanê."
HIKUMETA NAVENDÎ DIXWAZE DEST DEYNE SER DERIYAN
Ajans dibêje hikumeta Iraqê di vî warî de ketiye nava hewldanê û wisa nivîsiye, "Rêveberê Desteya Deriyên Sînorî yên Iraqê Omer Wailî di daxuyaniyek ya çapemeniyê de ragihand, hikûmeta Iraqê bi niyaz e ku desthilata xwe li ser deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ferz bike ku li gorî tedbîrên hikûmeta navendî ne.
Li gor nûçeyê Wailî daye zanîn ku 6 deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi fermî ji aliyê Hikumeta Federal ya Iraqê ve li Bexda hatine naskirin û gotiye; “Di demek nêzîk de hikûmeta Iraqê û Hewlêr wê di li ser deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.”
8 DERIYÊN SÎNOR HENE
Rêveberê Giştî yê Gumrika Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman ji medyaya Iraqê re wiha ragihandiye, "Li Herêma Kurdistanê 8 deriyên sînorî yên fermî hene ku li cem hikûmeta Iraqê hatine tomarkirin. Em bi tevahî pabendin bi biryarên ku ji aliyê hikûmeta federal û wezaretên wê yên cihêreng ve hatine derxistin da ku rê li ber hawirdekirina hinek kelûpelan bê girtin.”
Berê jî Rêveberiya Deriyên Sînorî yên Iraqê hebûna 11 deriyên sînorî li Herêma Kurdistanê eşkere kiribû ku 6 ji wan deriyên sînorî ji aliyê rayedarên Bexdayê ve bi fermî hatine naskirin û 5 deriyên din jî ne fermî ne.


