Diyarname
15'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê bi beşdariya Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî deriyên xwe vekirin. Di merasima destpêkirina pêşangehê de ligel Barzanî, Nûnera Taybet a Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert jî amade bû. Pêşangeha ku 8'ê mehê deriyên xwe vekirin heta 15'ê mehê dê vekirî be.
Dezgeha Meda bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî bi alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistana Federe vê pêşangehê li dar dixe. Pêşangeh li Pêşangeha Navdewleti ya li Parka Samî Ebdurehman hatiye vekirin. Ji 18 welatan bi ser 300'î de saziyên sivîl, weşanxane standê vedikin. Ji Herêma Kurdistana Federe 43, ji Iraqê 75 sazî li fûarê ne. Gelek weşanxaneyên kurdî û erebî têde cih girtine. Ji Bakur du weşanxane, Weşanên Sitav û Weşanên Avesta stand vekirine. Di fûarê de her roj panel jî têne li dar xistin.
Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî piştî vekirina pêşangehê ligel mêvanan li standan geriya.
***
- Youtube: www.youtube.com/diyarnamediyarname
- Malper: www.diyarname.com
- Twitter: twitter.com/diyarname1
- Facebook: facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com