Diyarname
Li Milanoya Îtalyayê teqîneke mezin çêbû. Piştî teqînê hat dîtin ku agir bi hin erebe û xaniyan ketiye. Rayedaran gotin ku ji ber agir bi mînîbusek ketiye bûyer qewimiye.
Tîmên îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê. Dibistanek ku nêzî bûyerê bû hat valakirin.
Rayedaran got ku di teqînê de kesek birînder bûye.
Midûrê îtfaiyeyê diyar kir ku li ser bûyerê lêkolînên wan didomin.