Diyarname
Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) li ser pevçûna li Bismilê banga her du aliyan kir: "Em her du aliyan jî vedixwînin aramiyê”.
Roja 15'ê vê mehê li gundê Şidada ya Bismila Amedê gundî bi hev ketibûn û ji her du aliyan 9 ket hatibûn kuştin. Piştî vê di serî de HDP û saziyên sivîl, gelek kesî ji bo aramiyê berê xwe da gund. Niha jî DTSO'yê bang kir.
Meclisa DTSO’yê ku civîna xwe saz kir, li ser bûyera li Bismilê sekinî û got, "Ji ber dirêjbûna pêvajoya hiqûqî û xeletiyên ku tên kirin rê li ber van bûyeran vebûye. Ligel vê yeke biçekbûna şexsî û dûrketina gel a ji lihevkirin û aştiyê, van encaman bi xwe re tîne. Em wekî Meclisa DTSO’yê sazkirina ‘şandeya lihevkirinê’ ya ji saziyên sivîl, rûspî û welatiyên li bajêr dijîn pêk tê wekî gaveke mecbûrî dibînin. Em rehmê bo miriyan dixwazin, ji bo xizmên wan sersaxî dixwazin. Em ji bo her du aliyên bûyerê banga aramiyê dikin.”
**
Nûçeya Eleqedar:


