Diyarname
Li Tirkiyeyê meseleya şîkeyê ji rojevê danakeve lê avêtina tîman a ji lîga yekemîn ne li Tirkiyeyê pêşî li Yewnanistanê pêk hat.
Yewnanistanê jî wekî Tirkiyeyê dest avêtibû meseleya şîkeyê ku di nav tîmên lîga yekemîn de pêk hatibû. Di encamê de tîmên bi navê "Kavala", "Volos" ji lîga yekemîn avêtin; her du tîm sala pêşiya me dê di lîga duyemîn de bilîzin. Her wiha di vê çorçoveyê de serê her tîmê 300 hezar Euro jî cezaya pereyan dan wan. Dîsa Serokên hen du tîman jî ji bo heta heta ji qada fûtbolê hatin qewirandin.
Hem Kavala, hem jî Volos îdîa dikin ku biryar ne hiqûqî ye.