KAKŞAR OREMAR
Sala 1946’an li rojhelatê Kurdistanê komarek pêk hat û li pey wê jî jiyana kurdan a siyasî derbasî qonaxeke din bû. Beriya wê li dijî Îranê gelek serhildan ji hêla kurdan ve hatibûn çêkirin. Serhildana Kela Dim-Dim, Serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî, Serhildana Simkoyê Şikak û Serhildana Qedemxêra Lek ku tev jî bi armanca bidestxistina mafên siyasî bûn. Hemû serhildan bi awayê xapandinê an jî di çaxê hevdîtinên siyasî bi serokên hereketan re hatibûn dawiya xwe. Serokên bizavê dihatin kuştin û êdî şoreş jî demekê diket hale bêdengiyê.
Bi çêbûna komarê re cara yekê bû ku di serê hereketeke siyasî da mirovekî rewşenbîr bûbû serokê kurdan. Nave wî Qazî Mihemed û ji malbata Qaziyên Mehabadê yên naskirî bû.Gelo komar çawa û di çi şertan da pêk hat? Çima têk çû û hwd… belkî ev nivîs bikarîbe bersiva hinek pirsên we bide.
MALBATA QAZÎ MIHEMMED
Ew malbatek şêx û qazî bûn. Rewşenbîr û di nava gelê herêmê da xwedî îtibar û hurmeteke bilind bûn. Li ba wan şîdbûna di riya parastina welat da ji ferzekî olî jî pîroztir bû. Bapîrê Qazî Mihemed yanî Şêx Elmeşayêx li sala 1930’an di rûniştinekê da ku li gundekî binavê Erbato yê girêdayî Dîwanderê pêk anî, gelek serok eşîrên kurd li dora hev civandin. Armanc ji vê komcivînê pêkanîna “eniyeke yekgirtî” li dijî îngilîz û azadiya Kurdistanê bû.
Mamê Pêşewa Qazî Fetah Qazî sala 1916’an di şerê li dijî leşkerê Rûsyayê hate kuştin ku li pey kuştina wî rûsa bajarê Mehabadê dagir kirin. Qazî Elî yê bavê Pêşewa mirovekî zaniyar û birayê wî jî Seyfulquzat rewşenbîrekî mezin bû. Helbestên wî di geşkirina hisên milî û ramanên rewşenbîrî yên Qazî Mihemed da xwedî rolekî mezin bûne. Sala 1920’î wî karî rêxistineke neteweyî ya binavê “Bizava Mihemedî” pêk bîne ku bi şoreşgerên herêmên din yên Îranê re di peywendiyê da bû.
ÎRAN HAT DAGIRKIRIN
Sala 1941’an Îran ji hêla Rusya û Îngilistanê ve hate dagirkirin. Hêzên rûs piştî ku ji Erse derbas bûn ketin nava Mako û Xoyê û piştre ber bi başûr ve hatin û Bane û Sine jî xistin bin kontrola xwe. Lê nayê zanîn ka çima piştî demeke kurt hêzên xwe ji Şino, Miyanduaw, Bokan û Mehabadê ber bi paşde kişandin.
Li başûrê Îranê îngilîzan berî her karekî komandoyên xwe li kompaniyên petrolê peya kirin û piştî vegera rûsan wan jî başûrê wilayeta Xuzistanê heya Kirmaşan xistin bin kontrola xwe. Ew herêmên di navbera du herêmên dagirkirî da (Mehabad, Serdeşt, Bane, Seqiz, Dîwandere) ew herêm bûn ku azad bûn. Ev ji kurd û azeriyan re hem derfetek dîrokî û hem jî ji bajarê Mehabadê re şansekî mezin bû ku êdî 5 sal piştre bibe paytexta komara Kurdistanê û di nava kurdan de jî bibe xwedî navekî bilind û pîroz. Bi awayekî ku li pey damezirandina Komara Kurdistanê dema behsa rojhelatê Kurdistanê û doza wan ya siyasî tê kirin, navê Mehabadê wekî navenda neteweyî ya kurdên wir gelek tê bihîstin.
HELWESTA ÎNGILÎZ Û RÛSAN
Di rewşeke wiha hesas û dîrokî da ji bo çarserkirina pirsa kurdan an jî peydakirina rêyeke çareseriyê bo diyarkirina qedera siyasî ya kurdan ne Îngilistan û ne jî Sovyetan xwedî stratêjiyeke diyar nebûn. Îngilîzan zû bi notekê ji komîta qirargeha artêş û serleşkerên xwe re dan xuyanîkirin ku armanca wan “piştgîrî ji dewleta navendiya Îranê ye. Bi tu awayî ger em tadaxulê nekin. Sebeb: Kurd bi awayekî otomat xwedî bizaveke paşverû ne û em jî nikarin wan kontrol bikin. Û ya girîntir jî ew e ku her tadaxula ku ji hêla me ve bê kirin ji xeynî wê hindê ku hêzên îngilîzî di kêşe-kêşên bêencam ên di nava qebîle, eşîr û şexsa da bikeve nava serêşiyên mezin, çi encamê nade…”
Li vir mirov tenê dikare bi helwesteke wiha bikene. Yanî dagîrkirina Îranê ji hêla îngilîzan ve bi sedemên stratejîk bû û birayar bû ku piştî bidawîbûna şer ji Îranê derkeve.
KURDAN ÇÛ BAKO
Dema sîxûrên sovyetî pêdihesin ku li bajarê Bokan hevdîtinek di navbera çend kesayetiyên kurd û hinek rayedarên îngilîzî de çêbûye ji nişka ve û di demeke zû da 30 kes ji kesayetiyên kurd berê dewetî bajarê Tebrêz û piştre jî bi hevkariya du efserên xwe yên binavên Mîr Eslanov û Elîyov wan dibine paytexta Azerbayicana Sovyetistanê Bako. Ji wan kesên ku bo yekemîn car çûne hevdîtina rayedarên Sovyetî Qazî Mihemed, Hacî Babaşêx Reşîdbegê Herkî, Mihemed Sedîq Şemzînî, Emîr Esied Dêbokirî, Mihemed Visûq Qasimlo û Zêrobegê Bihadurî. Ew 10 rojan li wir dimînin û li navend û saziyên çandî pêk anîn.
FERQÊ DIXIN NAVBEYNÊ
Tevî ku li Îranê kurd xwedî pêşîneyeke dîrokî û beriya Azeriyan dest bi têkoşîna siyasî kirine, lê rayedarên Sovyetistanê ferqeke mezin dixin navbera heyetên kurda û azeriyan ku hingî hatin-çûyîna Bako dikirin. Ew bi eşkerahî ji berpirsên firqa demokrata Azerbayicana Îranê re dibêjin: “Peywendiyên xwînî û nejadî yên di navbera azeriyên Îran û Sovyetê da wan nêzî hev dike û rûs derd û elemên azeriyên Îranê fêm dikin”. Herwiha carekê Baqirov jî wiha gotibû: “Êdî di warê çandî û rewanî da sînorê di nava du Azerbaycanan de tune ye û rojekê yê bê ku tenê yek.”
HELWESTA KOMARA TIRK
Bi van liv û lebatên siyasetmedar- ên kurd re rayedarên dewleta Tirkiye- yê ku ew nêzî du sal bû bi agir û hesin serhildana Dêrsimê vemiradinbûn, ketin nava hereketê. Tirk ku bi hevkariya îngilîzan û li ser ked û xwîna kurda mbûbûn xwedî “komara Tirkiyeyê” dema ku dibînin hêzên rûs di nava kurdên rojhelatê Kurdistanê da bi mezin û gire-girên kurd re di nava têkiliyan da ne ji 2’ê îlona 1941’an li dijî van dan-standinên bi kurdan re şikayetnameyekê dide hikûmeta Îngilistanê. Li wir şikayet li dijî hêzên dagîrker e, lê ew navê dewlet an jî hêza dagîrker naynin û bi du peyvên “hêzên dagirker” bes dibînin. Ev bes bû ku rûs bi wateya vê raportê bizanin û tirka li dijî siyaseta xwe bibînin. Hingî tirk di wê baweriyê da bûn ku: “ev cure peywendiyên hêzên dagirker li Îranê yê bibe sedem ku kurd ji bo damezirandina hikûmeteke bên teşwîqkirin û ji ber wê jî têkiliya Tirkiye û Îranê di pratîkê da hatiye qutkirin û kurdan di nava axa Îranê da jî dest bi êrîşa leşkerên tirk kirine...”
SEFERA TEHRANÊ
Êdî li Kurdistanê kurd xwedî hêzeke mezin bûn. Dewleta navendiya Îranê kurd wekî aliyek dihesibandin û dixwest ku bi wan re bikeve nava diyalogê. Ew li riyekê digeriyan ku li ser rewşa Kurdistanê bi Qazî Mihemed re biaxivin.
Di destpêka mijdara 1944’an da Pêşewa Qazî bi hevkariya birayê xwe Sedrê Qazî(hingî nûnerê parlmanê bû) diçe Tehranê û çendîn cara seleşker Hesen Erfe`i dibîne. Ew li wir ji Erfe`i re dibêje: “Em amade ne ku ji bo baştirkirina rewşa gelên Iranê hevkariya we bikin…”. Her wiha wan rexne dike û dibêje: “Daxwazên me heman daxwazên dîrokî ne ku hûn dizanin. Rêveberiya we li Kurdistanê fasid û kesên nelayêq di îdarên dewletî de dixebitin…”
HELWESTA KURDAN
Di rewşeke wiha da ku herêma Mûkriyan bûbû navenda kar û xebata Kurdiniyê, li Urmiyeyê jî Kurda bêliv û xebat nebûn.Di 28’ê nîsana 1942’yan de kurdên Urmiyeyê û derdora wê li dijî hatina leşkerên Îranî û ji çekkirina kurda û dayîna çekan bo cendirmeyên Îranî meşek li bajar çêkirin û hakimê bajar revî Tebrêzê. Li wir aliyê kurdan ji rûsan van daxwazan dikin:
Destûra hilgirtina çekê bi awayekî azad û derketina hemû cendirmeyên Îranî ku di navbera bajarên Xoy heya Mehabadê da hatibûne bi cih kirin.Azadî di kar û barên millî yên xwe da û hizûra nunerên Kurda li hemû îdarên bajarê Urmiyê. Li xwendigehan perwerde bi zimanê KurdîAzadkirina bîst Kurda ku wek girtiyên Siyasî di girtîgeha Urmiyê da bûn.
Lê dîsa rûsa alîkariya Îranê kir daku bikaribe bikeve Urmiyeyê.
KOMELEYA JIYANEWE KURD
Di 16’an îlon 1941’an da li baxekî derdora Mehabadê çendîn rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li dora hev kom bûn û rêxistineke nihînî bi navê “Komeley Jiyanewey Kurd” damezrandin. Wan bi daxuyaniyekê armancên rêxistina xwe ji raya giştî re dan xuyanîkirin. Di temenê xwe yê nêzî çar salan da komeleyê di warê bilindkirina sewiya rewşenbîriya siyasî-civakî ya rolekî gelek erenî di nava kurdên herêma Mûkriyan da hebû. Di 16’ê tebaxa1945’an da li pey komcivîneke endam û berpirsên komeleyê Qazî Mihemed pêşniyar kir ku komele navê xwe bide partiyeke nû ya bi navê „Hizbî Demkoratî Kurdistan“. Hingî navê “Îran”ê li pey navê KDP’ê nebû. Li gor kesên mîna William Eaglton (pirtûka: The Kurdiş Republik of 1946 ) û Arçibald Roosvelt dema ku bo cara duyem li îlona1945’an Qazî û çend kesên din çûne Sovyetistanê rayedarên rûs û di serî da jî Cefar Baqirov pêşniyareke wiha daniye ber wan. Ev daxwaza rayedarên Sovyetî tê pejirandin, lê Kurd jî bo cî bi cîkirina planên xwe yên paşerojê bi nivîsandina daxwaznameyekê ji Sovyetê dawa, çek û piştgîriya madî dikin. Tevî ku Baqirov ji Kurda daxwaz dike ku wek pareke komara Azerbayicanê di nava sinorên wê komarê da bimînin, lê Qazî Mihemed napejirîne û jê re dibêje:“Ger wiha be, em ê bi Îranê re bimînin. Çimkî ew ji we kevintir û bihêztir in û ji hêla ziman û kulturê ve jî kurd zêdetir nêzî farsa ne, ne azeriyan…“
Manifesto û bernameya KDP’ê ku îmzaya gelek siyasetmedarên kurd li jêr bû wiha bû:Di çarçoveya Îranê da otonomî bo Kurdistanê. Fêrmîbûna zimanê kurdî. Bi awayekî acil hilbijartina şêwreke herêmî. Destbikarbûna karmendên herêmî. Erêkirina qanûneke wekhev ji bo dewlemend û gundiyan. Hevkarî bi bizava Azerbaycanê re. Kar û xebat ji bo baştirkirina rewşa aborî, çandinî û baştirkirina rewşa paqijî û perwerde û fêrkirinê.
ÎLANA KOMARÊ
Roja 17’ê kanûna 1945’an gelek ji rûniştivanên bajarê Mehabadê meşeke mezin ber bi edliya li bajar çêkirin. Ew edliye sembola dawiyê ji hêza hikûmeta Pehlewî bû ku li Mehabadê mabû. Li wir kurdan ala xwe ya sê reng: spî, kesk û sor ku bi rojek zer ya di nava du şûran da hatibû xemilandin, li hemû binayên bilind yên bajarên Mehabad, Şino, Neqede û Bokanê bilind kirin.
KABÎNEYA KOMARÊ
Kabîneya wezîrên komarê piranî ji herêma Mûkriyan û tev jî dewlemendên bajarî bûn. Lê sedema ku piraniya wezîran ji wê herêmê hatin hilbijartin mesela demê û helwesta Sovyetî û komara Azerbaycanê bû.
Li pey îlana komarê bi çend rojan endamên kabîneya wezîrên dewletê bi vî şêweyî hatin diyar kirin:
1. Hacî Babe Şêx: Serokwezîr
2. Mihemed Husên Xanî Sêyfî Qazî: Wezîrê Ceng û parastin û hevkarê serokkomar.
3. Sidîq Heyderî: Wezîrê propagande û ragehandinê.
4. Menaf Kerîmî: Wezîrê Perwerde û hînkariyê.
5. Mihemed Emîn Mo’înî: Wezîrê Karê Hundirîn .
6. Seyîd Mihemed Eyyûbyan: Wezîrê Tendurustiyê
7. Ehmed Îlahî: Wezîrê Aborî.
8. Xelîl Xusrewî: Wezîrê Kar
9. Kerîm Ehmedyan: Wezîrê post û têlêgiraf
10. Hacî Mistefa Dawûdî: Wezîrê Bazirganiyê
11. Mela Husên Mecdî: Wezîrê dadperweriyê
12. Mihemed Welîzade: Wezîrê Kiştûkal.
13. Hacî Ebdulrehman Îlxanîzade: Wezîrê Tegbîr û meşweret pêkirinê
14. Îsmaîl Îlxanîzade: Wezîrê rê.
DESTKEFTÊN KOMARÊ
Di çend meh temenê komara Kurdistanê da gelek kovar û rojnameyên wekî „Kurdistan“, Helale, Girûgalî Minalan“ û dîwana şaîrên weke Wefayî jî hatin çap û belavkirin.
Girîngtrîn destkeftên komara Kurdistan ew bûn ku li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikak kurdan xebata xwe ya siyasî derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê sîstmeke seltenetî da „komar“ek hatibû damezirandin. Hisên neteweyî ji nûve bişkivîn û hêviyên mezin hatin afirandin. Di warê ragihandin û rojnamegeriyê da serdema komara Kurdistanê geştirîn çax tê hesibandin ku pêre şaîrên neteweyîî Hêmin, Hejar, Heqîqî, nivîskarên wekî Qizilcî û Zebîhî û hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka kurda da ruheke nû dan vê qada jiyana kurda. Di qada siyasî da jî êdî li Îranê „pirsgirêka Kurdî“ bû faktorek dîrokî ku heya roja îro jî nehatiye çareser kirin. Pisrgirêka ku îro mixabin „komara wehşet û cehaletê“ dixwaze bi îdama ciwanên kurd pêşiyê li ber bigire.
Jin û xizmeta ji bo jinê li ba serokkomarê Kurdistanê ferzekî olî, neteweyî û exlaqî bû. Ji mala xwe destpêkir û Mîna Qazî razî kir ku bibe seroka yekitiya jinên Kurdistanê. Komar xwedî manêfestoyeke Kurdistanî bû. Kurdên başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li Mehabadê hatibûn ba hev û li dora Pêşewa Qazî kom bibûn.
Li dû hilweşîna Komara Mehabadê
Paştî şikestina komarê û îdama Pêşewa Qazî rewşa dîsa Kurdistan mîna goristaneke tarî ket nava bêdengiyek xemgîn. Ji sala 1948’an çend xwîndevanên rêbaza Qazî hêdî-hêdî dest bi karê rêxistinî kirin. Kesên mîna Rehîm Sultaniyan, Ezîz Yusifî, Qasimlo, Xenî Bilûriyan, Kerîm Ovêysî û Ebdulah Êşaqî ji 1948’an û pêde di bin çavdêriya hizba Tudeh da careke din liv û lebateke nû dan KDP, lê wan endikarî bi bê hizba TUDEG bi serê xwe her karekî bikin. Salên piştre ew bi yekcarî ji hizba Tudeha Îranê dûr ketin.
Di dawiyê da tenê bi daxbarî û hesreteke mezin dikarim vê bêjim ku mîratgirên riya Pêşewa Qazî îro ne tenê 180 dereca ji doza wî ya bi şan û şeref dûr ketine, belkî di nava xwe da bûne çend perçe û ji hêla partiyên başûrê Kurdistanê ve di jiyana kempnişîniyê da hatine îzole û heta fetisandin jî. Hemû hîvî niha bi ciwanên PJAK’î ye ku hem hêzeke ciwan in û hem jî bi rêbaz û manîfestoya xwe ya siyasî nêzî rêbaza Pêşewa Qazî Mihemedê şehîd in.
Ji ANF'ê hatiye girtin
***
Di Diyarnameyê de nûçeyên eleqedar:
- Wesiyeta Qazî Mihemmed berî bidarvekirinê
- Mala Qazî Mihemed di çi halî de ye!