Diyarname
Roja 10'ê sermaweza 2024'an li Başûr û li temamê Iraqê serjimarî çêbûbû. Niha encamên fermî derketin holê. Li Başûr rewş çi ye? Va ne agahî…
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî roja 26'ê sermaweza 2024'an pêşencam eşkere kiribû. Niha ew encam sedî sed hatin eşkere kirin.
Li gor vê:
- Li Herêma Kurdistana Federe 6 mîlyon û 503 hezar kes dijîn. Bajarên wekî Kerkûk, Misûl ne di nav vê hejmarê de ne, ji ber ku bi awayekî fermî ew ne di nav Herêma Kurdistana Federe de ne.
- Li Başûr sedî 84.57 li bajaran, sedî 15.43 li gundan dijîn
- Sedî 9,92 temen di bin 5 salî de ne.
- Sedî 21,76 temen di navbera 5-14'an de ne.
- Sedî 63,92 temen di navbera 15-64'an de ne.
- Sedî 4.4 temen bi ser 65'î de ne.
Wekî notek, hejmara serjimariya hemû Iraqê wekî 46 mîlyon û 118 kes hatin eşkerekirin.


