Diyarname
Ji roja ku Ataturk gotiye "Gundî efendiyên welat in" heta niha rewş çiqas guherî ye?
Bersiv gelek e.
Ataturk herhal bi qîmeta gundiyan, çandinî û berhemên gundiyan dizaniya loma wisa gotiye, lê li welatê ku dibêjin em li dû Ataturk diçin de rewş her ku diçe zêdetir diguhere.
Li Tirkiyeya ku li dû Ataturk diçe de, di sala 1980'dê sedî 56'ê mirojan li gundan dijiyan. Di sala 1990'î de ev rêje daketiye sedî 40'î. Di sala 2000'î de hejmara kesên li gundan dijî daketiye sedî 35'ê û di sala 2012'yan de ev rêze daketiye sedî 29.
Niha li Tirkiyeyê (em bajarên kurdan jî di nav vê de dihesibînin) sedî 29'ê mirovan li gundan, sedî 71 li navçe û bajaran dijîn.
Li dinyayê jî rewş ne baştir e. Di sala 1980'ê de sedî 51'ê mirovan li gundan dijiyan (wekî hejmar jî mîlyarek kes li gundan dijiyan), niha sedî 39 kes li gundan dijîn (wekî hejmar jî mîlyar û 300 hezar kes).
Helbet bi hindikbûna gundiyan re jî çandinî, sewalvanî û karên bi gundîtî re girêdayîne jî ber bi paş ve diçin ku pêdiviyên xurekê yên sereke ji gundan dihatin...
Li serê vê meha gelawêjê de li Lîzbonê "Kongreya Civaka Çolterê ya Dinyayê" li dar dikeve. Li wê derê ji her welatî dê mînak bêne pêşkêşkirin û dê li ser meseleyê bê sekinîn.
(Wêne, aîdê gundê Zenge ya Licêya Amedê ye)


