Diyarname
Baroyên Amed, Wan, Agirî, Êlih, Bedlîs, Çewlik, Erzerom, Culemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Dêrsimê rapora li ser girtiyên nexweş îro li Enqereyê eşkere kirin.
Heyeta lêkolînê ya baroyan di 29'ê sermaweza 2013'yan de li Girtîgeha Tîpa R ya Hejmara 2'yemîn a Metrîsê, girtîgeha Sîlîvrî û Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê xwestiye bi 12 girtî û hikumxwaran re hevdîtinê bike. Ji ev 12 kesên hatine diyarkirin du jê Mehmet Mesût Tanrikûlû û Hasan Kaçar (li gorî beyana rêveberiya girtîgehê) ji ber ku li nexweşxaneyê bûne nekarî bi wan re hevdîtinê pêk bîne lê bi yên din re pêk aniye.
Di raporê de hat gotin ku daxwazên girtî û hikumxwaran ên mûayeneyê û çûyîna nexweşxaneyê demeke dirêj bê bersiv tê hiştin, ji ber vê derengmayînê jî rewşa tenduristiya nexweşan girantir dibe.
Vane hin notên ji raporê:
- Di şûna ambûlansê de girtî û hikumxwarên nexweş bi rîngan dişînin nexweşxaneyan; di dema bendemayîna kar û barên mûayene û tibî de jî girtî û hikumxwar di rîngan de tên hiştin, gelek caran ji ber kar û barên prosedurî girtiyên nexweş temamê rojê di rîngê de dimînin ku ev yek jî bandorê li nexweşiya wan dike.
- Berevajî hukmên Protokola Stenbolê, girtî û hikumxwarên nexweşên giran bi dest kelebçekirî tên mûayenekirin û tevî ku ev yek li dijî mafê nexweş û pîvanên etîk ên tibî ye jî gelek caran bi daxwaza hin doktoran ev yek tê kirin.
'Here bila Parlementerên BDP'ê te miayeke bikin
- Doktor li gorî qewmê girtiyên nexweş, nêzîkatiyeke cihêkar nîşan didin. Mînak girtî Osman Akdag ê 64 salî ku nexweşê dil û reh e û ji ber tumora li ser mejî tê dermankirin got, di dema mûayeneya li Nexşweşxaneya Dewletê ya Sîlîvrî de li dijî mûayeneya bi dest kelepçekirî derketiye, lê belê doktorê li wê derê jê re gotiye, 'Ez çawa bixwazim, ezê bi wî rengî mûayene bikim, biçe bila parlamenterên BDP'yî te mûayene bikin.'
- Girtiyeke din a nexweş Sevîm Er ku çavekî wê ji sedî 95 nabîne gotiye ku di dema mûayeneya çav de tevî ku gotiye ew nivîsa li pêş xwe nabîne jî doktor jê re gotiye 'tu derewan dikî, tu dibînî' û bêyî tedawî bike ew vegerandiye girtîgeyê. Er bi talûkeya korbûnê re rû bi rû ye. Di hevdîtinên hatin kirin de gelek mînakên bi vî rengî derketine holê. Ev yek têkiliya baweriyê ya navbera nexweş-doktor xera kiriye.
Nexweş li nexweşî dinêre
- Salîh Tûgrûl ê 57 salî yê felcbûyî û nikare biaxive, ku li Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê tê ragirtin, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane bicih bîne. Hayrettîn Beştaş ê 62 salî ku emeliyata dil derbas kiriye, ew jî li heman cihî tê dermankirin, li Tûgrûl dinêhire.
- Şert û mercên girtîgehê û nedayîna xwarinê rewşa nexweşan girantir dikin.
- Şebekeyên avê yên Girtîgeha Bakirkoyê zingar girtine, ji ber vê yekê porê girtiyan diweşe û li laşê wan birîn didin der.
- Hatiye tespîtkirin ku hikumxwarê nexweş ê giran Hasan Kaçar ê li Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa tê ragirtin, ji ber wasî jê re nehatiye wezîfedarkirin, nikare ji tu alîkariya hiqûqî sûdê werbigire.
- Hatiye tespîtkirin ku girtî û hikumxwar gelek caran bê sedem bi awayekî kêfî rastî cezayên dîsîplînê tên, cezayên dîsîplînê bi tundî li girtiyên nexweş jî tên birîn û pêkanîn.
- Ji ber pêkanînên cihêkar, astengkirina demên tedawiya girtî û ji ber pirsgirêka baweriyê, bila heyeteke ji doktorên serbixwe rewşa tenduristiyê ya girtî û hikumxwaran kontrol bike.
Nexweşên giran serbest berdin
Baroyan di dawiya raporê de wisa got: "Em dixwazin şert û mercên ragirtinê yên hemû girtî û hikumxwarên nexweş werin başkirin û girtiyên enxweş ên rewşa wan a tenduristiyê giran e tavilê werin berdan. Em li bendê ne di serî de Wezaretên Edalet û Tenduristiyê hemû sazî û rayedarên eleqedar lêkolîn û lêpirsînên pêwîst bikin û tedbîrên pêwîst werbigirin."
100 hezar îmze kom kirin
Li aliyê din TUAD-Derê (Komeleya Piştîrî û Alîkariya Malbatên Girtiyan) ji bo girtiyên nexweş bêne berdan 100 hezar îmze berhev kir û van îmzeyan dê van îmzeyan teslîmê Serokomarî, Meclis û Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê bikin. Serokê TUAD'ê Recep Bilek got ku li girtîgehên Tirkiyeyê 562 girtiyên nexweş hene û ji van 162 kes nexweşiya wan giran e.