Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê Rezep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya serdana çînê de axivî: "Dê osmanî û kurdî bikaribe wekî dersa hilbijêr bê hilbijartin."
Erdogan ku her gav digot: "Bila kes ji bilî tirkî ji min daxwaza perwerdehiyê neke" yekem car gotineke cihê got.
Erdogan ku bersiva rojnamegeran a li ser perwerdehiya 4+4+4 ku dê bigihîje serdema perwerdehiyê ya payîzê da, qala kurdî jî kir û got: "Qet xeman nexwin. Hemû planên me dê bi cih bên. Ji bilî hin meseleyên biçûçik her tişt dê bi cih bê. Osmanî, kurdî dê wekî dersa hilbijêr bê dayîn. Dê hevalên me qala kîteyên vê bikin."
Saziyên kurdan û kurd bi xwe ne dersa hilbijêr, ew dixwazin kurdî bikeve Zagona Bingehîn û ji dibistana seretayî heta zanîngehê ders pê bê dayîn.