Diyarname
Di axaftinên li ser butçeya 2011'an a Meclisê de sipasiya bi kurdî, bi sipasiya bi kurdî hat bersivdan.
Di axaftinên li ser butçeya 2011'an de Lijneya Giştî ya Meclisa Tirkiyeyê de Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç pêşî rexne li BDP'yiyan kir ku çima di kurdî de israr dikin, ew bi kurdî biaxivin em fêm nakin û dûre got ez tenê bi peyvek bi kurdî dizanim ew jî, "Xwedê ji we razî be" ye. Mebûsê BDP'ê pêşî nerazîbûn nîşan dan, dûre mebûsê BDPD'ê yê Mûşê Sirri Sakik jî bi kurdî bersiv da û got: "Sipas birêz wezîr, Xwedê ji te jî razî be."
Piştî civînê Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş nerazîbûn nîşanî Arinç da.
(Ji bo nûçeyê): Demirtaş: Wê li cihên kurd lê dijîn du ziman hebin