Diyarname
Malpera parvekirina civakî ya navdar Facebook van rojan gihîşt mîlyorek kesî. Facabook ku her diçe hejmara bikarhînerên wê zêde dibe, niha hejmara endaman gihîşt mîlyarekê.
Mark Zuckerberg di sala 2004'an de dema li Zanîngeha Harvardê xwendekar bû Facebook û di 8 salan de li dinyayê bû xwedî malpera herî bilez mezin bûye.
Tê texmînkirin ku îra buhaya Facebookê li dor 100 mîlyar dolarî ye. Bi gihîştina mîlyarek endaman re, hin agahiyên îstatîstîkî jî hatin parvekirin.
Li gor van îstatîstîkan, di Facebookê de 1.18 trîlyon car pişkova "biecibîne" hatiye tikandin, 140,5 mîlyar hevalên hev tiştên ecibandine bi hev re parvekirine û 219 mîlyar heb fotograf niha di malperê de ne.
Hate gotin ku temenê bikarhêneran li dor 22'yan e û her wiha di beşa guhdarîkirina stranan de jî heta niha 62,6 mîlyon stran bi giştî 22 mîlyar car hatine guhdarîkirin.


