logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Elîf Şafak û Kurdî

  • Dîrok: 06/07/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Dibêjin birêza Elîf Şafaka ku bi tirkî û îngîlîzî romanan dinivîse di tivîtekê xwe de gotiye: "Ez dixwazim (dil dixwaze) bi kurdî binivîsim." Gotineke gelek xweş e, lê dîsa jî hem bi aliyê tirkan û hem jî bi aliyê kurdan ve rastê gelek bertekan hatiye. Ev gotin bûye rojeva medya civakî jî. Ez bi xwe vê daxwaziyê têr erênî dibînim û jê re sipas dibêjim. Lê rastiyekê jî heye; em bixwazin nexwazin ev gotin bi awayekî xwezayî di mejiyê kurdan de du têgihîştinan derdixe pêş. Yek têgihîştina erênî, ya din jî ew wêneyê ku dagirkeriya tirk di mejiyê kurdan de daye rûniştin ku nerênî ye.

Aliyê erênî

1 - Di vê dema ku bi sedan pirtûkên Weşanên Aram û hin weşanxaneyên din hatine desteserkirin, şewitandin, li ser çapemeniya kurd êrîşeke hovane heye, li bajaran berhemên dîroka kurd bi hovane tê ruxandin, her tevgerên dagirkerên tirk tenê bi armanca têkbirina nirxên kurdan hatiye birêkxistin de helwesteke bi wate û protestoyî ye. Divê were pîrozkirin.

2 - Ji bo bi sedan kurdên ku kurdî ji me çêtir dizanin, lê bi qelem û fikra xwe ve di xizmeta wêje û zimanê dagirkeran de ne jî, wekî gulmistekê li ser vê şerma wan e. Piçeke wijdan hebe, divê ew kesên ku bi hezaran biwêj, mamik, gotinên pêşiyan, çîrokên kurdî bi rêya nivîsan dikin xizmeta ziman û wêjeya tirkî ji vê gotina Elîf Şafak şerm bikin. Bi ditina min; divê ev aliyê erênî di serada gegengeşiya wêjeyî re were derbas kirin.

3 - Ji bo ku mirov bikane bi zimanekî çîrok, roman yan jî helbest binivîse, tenê fêrbûna ziman ne bes e. Divê mirov wî gelê ku ew ziman afirandiye, bi aliyê wan ên derûnî, felsefeya jiyanê, bi giştî çanda wan, karekter û her êşên wan ve nas bike. Ez mînakek piçûk bidim: 

Romana  "Memik Axa" ya rêzdar Haydar Işik li gor anane, çand û têgihîştina Dêrsimê hatiye nivîsandin. Dema mirov tirkiya wê dixwîne, mirov xwe li Dêrsimê hîs dike. Rêzdar Mîhem Himbelij bi xwe sunî ye, devoka dimilya hêla Amedê diaxive. Wî ev roman wergerandiye kirmanckî (dimilî) dema min ew xwend min xwe ne li Dêrsimê, min xwe li gundekî dimiliyê Palûyê yê mislimanên bawerîhişk hîs kir. Ango giyana romanê nehatiye wergerendin, tenê ziman hatiye wergerandin.

Wergera vê romanê bi serê xwe rastiya bi zimanekî nivisandinê li ber çavan radixîne. Heke birêza Elîf Şafak di vê pîleyê de fêrî kurdî bibe û binivîse, emê sipasdar bin. Bi hêviya vê daxwaza xwe pêkanînê, jê re serkeftin dibêjim.

Aliyê nerênî

Dewleta tirk di van nod salên dawiyê de mejiyeke wisa derê rastiyan û dijminahiya gelan afirandiye ku ne tenê rayedarên vê dewleta sosret, her tirk xwe biaqil û jîr, gelên din kêmaqil û bêmejî dibîne. Heta di her rewşê de hewl dide ku bi navê hemû gelan, xwerû jî bi navê kurdan gotinan bêje, wekî nûnêrê kurdan têkeve nava tevgerê, kurdan tenê wekî diwaco, dûvikçiyê xwe bibîne. Ev helwesta wan bi aliyê hemû kurdan ve tê dîtin û hîskirin.

Hin rayedarên dewleta wan çend caran wiha gotibûn: "Kurdistanekê jî çêbe, emê çêbikin! Emê vê nedin destê kurdan!" Li Ewropayê di gelek civînan de tirkên ji rêzê jî rabûne û gotine: "Hûn bisekinin, hûn nizanin, ez ê bi navê me giştan biaxivim!.." Ez bi xwe jî rastê vê komediyê hatime. Çepgirên tirkan jî bi salan hewldan ku kurdan tenê wekî hêzên xwe yên çekdar, wei xizmetkarên siyaseta xwe bibînin. Di vî warî de bi sedan mînakên nerênî hene. Lema jî dema mirov di pêvajoyeke wiha de ji nivîskareke/î tirk tiştekî wiha dibihîze, bi awayeke xwezayî ev helwesta dagirkeriya tirk tê bîra mirov. Mirov xwe bi xwe dibêje: "Ma di nava kurdan de kesê ku bikane binivîse tune?" Li aliyê din wê keseke/î biyanî çendî bikane wê êş û birîna kurd hîs bike?

Lê dîsa jî ev gotina erênî ya birêza Elîf Şafak hem nûwazeke av direşîne ser dilê ku wekî agir dişewite. Li aliyê din mîna narînçokekê li ser eniya nivîskarên nijadkurd ên ku hê jî bi qelema xwe ve di xizmeta wêje û zimanê dagirkeran de ne.

Têbinî: Ez cejna Remezanê ya gelê me yê misliman pîroz dikim.

06.07.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Kurtefîlmên li Amedê wê bêne nîşandayîn

ad

14 girtiyên ku li girtîgeha Rihayê birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê

ad

Ji 'Nordîk'ê fîlm tên

ad

Festîvalan Fîlmên Karkeran dest pêkir

ad

Ji bo fîkandina sirûda neteweyî Barselonayê qala azadiya ramanê kir

ad

Klîba Hefteyê: Armanc, 'Nîna'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname