Hêvî Berwarî
Niha em, dixwazin helbestvaneka jin ji welatê Îranî bidin naskirin. Ji ber ku pêwîst e me pêzanîn li ser jinên hemû cîhanê hebin da ku bizanîn ka li her welatekî çend hêja hene û navên wan rûpelên dîrokê nexşandine.
Perwîn Îitîsamî stêrkeka yekane li esmanê wêjeya jinan li Îranê tê naskirin, dîsa navê wê di nava edebiyata farisî de dibiriqe bi taybetî di vî çaxî de. Helbestvana hevçerx Perwîn di sala 1907’an de ji dayik bûye. Xanima Perwîn di jîngehekê de jiyaye ku derdora wê hemû huner edebiyat û zanîst bû. Ji ber ku malbata wê girîngî dida van aliyan. Bavê Yosif Îitîsamî zana û nivîskar bû û wergêrî dikir. Di vê malbatê de Perwînê dest bi karê edebiyatê kir û wekî rihek di gel de jiya, ji ber vê yekê Perwîn tevlî dibistana amerîkî ya keçan bû li bajarê Tebrêzê li wê derê dibistan bi dawî anî. Her wiha li wir bû mamoste. Xanima Perwîn girîngî dida edebiyatê û zanista olî û vê yekê bandor li ser jiyana wê kir.
Xanima Perwîn bi kurê mamê xwe re zewicî lê bi tenê sê mehan di gel wî ma û ji hev cuda bûn, piştre xanima Perwîn heta dawiya jiyana xwe car din nezewicî. Van her du zanayên navdar Elî Ekber Dihxeda û Mehemed Teqî Bihar bandor li ser vê xanimê hebû, dîsa helbestên wê li ba van her du navdaran bi nirx bûn. Bi taybetî Mehemed Teqî Melikê helbestê wî pêşekiyek dirêj ji bo helbestên xanima Perwîn nivîsandiye. Xanima Perwîn çend pirtûkên bi nirx hene û wergerane ser zimanê erebî lewma ne bi tenê li ba farisan navdar bû, lê li ba welatên erebî jî navdar bû. Helbestvana hêja di 1941’an de jiyana xwe ji dest da û li goristana malbatê ya bi navê Fatima Almeisome li bajarê Qomê pîroz ê Îranê hate veşartin.
hberwari@hotmail.com
Ji Azadiya Welat hatiye girtin