Diyarname
Romanivîskarê navdar ê ji Albenîayê İsmail Kadare di 88 saliya xwe de mir.
Nivîskar Îsmaîl Kadare di sala 1936'an de hatibû dinê. Wî bi ser 80'yî de pirtûkên wekî roman, şano, senaryo, helbest, gotar û berhevokên çîrokan nivîsandine. Heta niha ji bo 45 zimanan pirtûkên wî hatine wergedarandin.
Îsmaîl Kadare piştî ku li nexweşxaneyeke li Tîranê hat razan roja 1'ê mehê mir. Edîtorê weşanxaneyê sedema mirina wî nediyar nekir, lê hemşîreyek ragihandiye ku w ji ber qeyrana dil miriye.
SEROKOMARÊ ALBENIAYÊ DAXUYANÎ DA
Serokkomarê Albaniyayê Bajram Begaj, di daxuyaniya xwe ya li ser mirina nivîskar de got: "Albaniya û albanî dahiyên xwe yên edebiyatê, helbestvanê efsaneyên Balkanan, yek ji nûnerên herî navdar ên edebiyata modern a Ewropa û cîhanê ji dest da."
SALA 90'Î DE REVIYA FRANSAYÊ
Kadare bi bikaranîna metafor û şêwaza xwe ya tinazî tê naskirin. Di berfanbara 1990'î de, tenê çend meh berî hilweşîna rejîma komunîst piştî protestoyên xwendekaran, reviya Fransayê. Kadare wekî xayînê welat hate îlankirin.
Ew demek li Parîsê jiya û tenê di demên dawî de karî vegere Albaniyayê. Par Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di serdana xwe ya Tîranê de nîşaneya "Madalyaya Rûmetê ya Fransî" dabû Kadare. Berê jî Kadare ji aliyê Fransayê ve wekî endamê biyanî yê Akademiya Zanistên Exlaqî û Siyasî û Fermandarê Lejyona Rûmetê hatibû xelatkirin.
Ew gelek caran ji bo Xelata Nobelê ya Wêjeyê wekî berendam hatibû nîşandayîn lê bi ser neketibû. Wî Xelata Man Booker a Navneteweyî girtibû.
Wî pirtûka xwe ya herî dawî bi navê "A Dictator Calls" par weşandibû.
Hin pirûkên wî ve bûn:
- The Palace of Dreams
- Chronicle in Stone
- The Siege
- Doruntine
- The File on H.
- A Dictator Calls


