Diyarname
Çalakiya "Dema Xwendinê" vê carê li ser pirtûka "Kurdên Almanyayê" li dar dikeve.
Nivîskarê malpera me Zekî Ozmen demek berê pirtûka xwe bi navê "Kurdên Almanyayê" weşand. Pirtûka ku ji Weşanên Ronahî derketiye niha li Almanyayê dibe mijara xwendineke.
Li Komeleya Civaka Kurd-Alman ya Hochst Odenwalde bi sernavê "Dema Xwendinê" çalakiyeke xwendina pirtûkê li dar dikeve. Nivîskar Ozmen dê beşdar bibe, mijarên wekî;
- Kurdên destpêkê hatine Almanyayê kî bûn?
- Hejmara kurdan ya tekûz çiqas e?
- Komeleya yekemîn ya Kurdan kengî hate damezrandin?
- Kurdên ji kîjan herêman li kîjan bajarên Almanyayê niştecih bûne?
- Bi awayekî fermî li kîjan eyaletan dersên Kurdî hene û elaqeya dêûbavan çawe ye?
jî têde li ser gelek mijarên din xwendina xwe pêk bîne.
Ji bo kesên eleqedar:
Roj: 23.01.2011
Demjimêr: 14:00
Cih:
Deutsch-Kurdische Gemeinde
Wilhelminenstr. 8
Hochst im Odenwald, Deutschland
***
Nûçeyên eleqedar:


