• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

"Dilya û Zalar" - 2

Dîrok : 26 09 2013 | Beþ :

Serbest

Mahmut Ozçelik

                                                                                                                 

Romana Mîr Qasimlo ya bi navê Dilya û Zalar ku min di beþa yekem de nirxandina wê hinek kiribû û serpêhatiyên Zalar bi we dabû nasîn, niha jî ez ê hewl bidim ku “delala xewnên wî”   -Dilyayê- bi tevî serpêhatiyên wê û qewimînên din bi we bidim nasîn. Çîroka Dilyayê bi xewna ku dibîne dest pê dike. Vebêj ew bixwe ye û xewn di rojek bi baran de dest pê dike. Di xewna ku dibîne de, pêrgî mêrê xewnên xwe tê û bi hev re bi firê dikevin û li ser ewran gerek pêktînin û paþê li rastberek kesk vediniþin erdê û dîmenên balkêþ dibînin. Jinên bi cilên mor û spî, di konên mor û spî de dijîn û hin mêr û xort jî ji wan re xizmetê dikin. Bi kurtasî gerdûnek ku serweriya wê jin in û hin xort û mêr jî xizmetkarên wan in. Di vê xewna ku nivîskar bi Dilyayê dide vegotin de, bêhna hin terîqetên ku li hin welatên pêþketî yên dinyayê hevþabûnan serbest dihesibînin tê. Û Dilya ji vê xewna bihuþtî, bi dengê dayika xwe ve þiyar dibe. Li gel vê xewnê Zalar jî ji dayika Besê re qala penaberiya xwe dike. Û gava hatiye Almanyayê çawa zor û zehmetî, tenêtî û birçîbûnî dîtiye yek bi yek tevî rabirdûya xwe ya di derûniya wî de kartêkeriyen mezin yên neyînî pêkaniye, vedibêje. Pê re jî li Almanyayê çawa bûye xwedî þîrketa paqijiyê û di demek kin de dewlemend bûye, bi hemû kiteyan vedibêje. Lê bi vê jî namîne mijarên bêhna erotîzmê jê tê û hemû kiteyên hevþabûnê dihewîne ji jina ku wekî dayik ji xwe re hesibandiye -Dayika Besê- re vedibêje: Jê re qala heþtê jinên ku bi wan re hevþabûn pêkaniye dike, danberheviya jinên rojhilatî û ên rojavayî dike û bêsiûdiya jinên rojhilatî tîne ziman. Ji pîra heftê salî re qala tatmînkirina jinê dike, divê mêr çawa jinê tatmîn bike û qala mizdan û alastin û tiþtên hwd. dike ku bi raya min ev vegotin ne di cî de ye. Zalar ev vegotin dikarîbû bi hevsaleke xwe re an bi dost û yarek xwe re parve bikira. Lê bi jinek ku êdî nikare riya mala xwe bi hêsanî bibîne û Zalar bi xwe dibe alîkar ku bigihêje mala xwe re  qalkirina tiþtên wiha ku bi ser de jî bêsansor bilêvkirina organên cinsî, pir beloq dixuye. 

Di hêla din de çend xewnên xwe yên balkêþ ji Dayika Besê re vedibêje ku di wan de, jina ku li pey ye -Dilya- tê xewna wî û ew bi wan xewnan bi Dilyayê ve tê girêdan û bi heman þêweyî Dilya jî li pey mêrê xewnên xwe Zalar e. 

Di herka romanê de mirov fêm dike ku ev eþqa wan ya di xewnan de didome, li Stembolê di dema kuþtina dayika Zalar de þax berdaye. Dilya, dema dayika Zalar tê kuþtin hêj deh dozdeh saliye û ew kuþtin li ber çavê wê diqewime, dûre dema Zalar bi xalê xwe re, ber bi mal dihere ew û Dilya ku navê wê yê esasî Dilê ye, çav bi hev dikevin û di wê dema karesatek diqewime de, tovê evînek jî bi nepenî di dilê herduyan de tê avêtin… Û dûre tu carî hevdu nabînin. Teseliya wan tenê xewn in. Lê balkêþiyek xewnan heye ew jî ew e ku hin caran mirovên dilxerab nahêlin ku ev evîndaranan di xewnan de jî bigihêjin mirazên xwe. Dema Zalar di xewna xwe de dixwaze bigihêje Dilyaya xwe, mirovek ajaldirûv dibe bela serê wî, þer dikin, dema Dilya li Çemberlîtaþa Stembolê di xewna xwe de dixwaze demek xweþ bi mêrê xewnên xwe re derbas bike, mirovê bi navê Dewrêþê Serhedî dibe bela serê wan. Dîsa di xewna Dilê dibîne û bi vebêjiya Gulperiyê tê vegotin de, Zalar û Dilê ji hêla dadgeha welatê Daristanê ve tê darizandin û cezayê mirinê li herduyan tê birîn.  Ev xewnên bi tirs û xof yên li ser evîndaran, peyama nivîskar e ku li rojhilat eþq û evînên mirovan çiqas di bin pêkutiyan de diçilmisin. Ev welatên ku li Rojhilata Navîn îroj navên wan tê bilêvkirin, ji hêla mafê jinan ve, ji hêla evîn û hezkirinê ve bi tevayî welatê ku bi zagonên daristanan ve tên birêvebirin in. Xewn, rastiya xwe ji van welatên xerîbên evîn û hezkirinê ne, digire.

Nivîskar me bi xewnên Dilyayê re geh dibe nava daristanan, dîmenên hevþabûnan yên evindaran bi me dide temaþekirin geh me ber bi deryayek ve dibe, geh jî ber bi çiyayên berz û bala ve dibe û li hemû cihan jî Zalar û Dilya hezkirinên nepen dijîn. Dûre em pêrgî vebêjeke nû tên: Gulperî. Gulperî hevala Dilê/Dilyayê ya li Stembolê ye. Û carinan Dilya diçe cem wê û derdê evîna xwe ya di xewnan de didome jê re aþkera dike. Li ser vê Gulperî mîna derûnînasekê bi binhiþîna Dilyayê ve dikeve û egera vê evînê fêr dibe ku qasî bîst sal berê -1989- Dilya û hezkiriyê wî Zalar rojek di kuþtina jinek de – diya Zalar- di demek kin de pêrgî hev hatine.

Di herka romanê de em dibînin ku Dilya di jiyana rastîn de bi karê qîz û jinên ku mafên wan  binpêbûyê re, ji ber egera namûsê tûþî zilm û zora zilam bûyî re mijûl e û dixwaze lêkolînek bike. Bi vê mebestê biryara çûyîna Baþûrê Kurdistanê dide û ber bi wir ve diçe. Berî ku biçe ji Zalarê xwe re nameyek dinivîse û tê de wiha deng li evîndarê xwe dike: “Were û ji jana min a þîrîn re strana abadîn biawazîne… Ji serejorên çiyayan ve mîna roniya tavê were tarîgeha min ronî bike”(r. 551). Ev name tenê di pirtûkxana Dilyayê de veþartiye… Ji Zalar re nayê þandin. Û tenê diya Dilyayê pê dizane. Dilya piþtî gera çar mehan ji Baþûrê Kurdistanê vedigere Stembolê û bi ditîna xewnek ku mirina Zalar dihundirîne, derûniya wê têk diçe…

Nivîskar bi vegotina Sînemê re ku diya Dilê/Dilyayê ye, me agahdar dike ku ew ji ber zilma dewletê di sala 1989an de ji gundekî Êlihê koçberî Stembolê bûne û di heman salê de Dilya bûye þahidê wê bûyera trajîk –kuþtina diya Zalar- û wê bûyerê hîkariyek mezin li ser Dilyayê hiþtiye, pê re jî kesayeta wê guherandiye. Di pêdeçûna jiyanê de jî Dilya biryarê dide ku bibe parêzvanê mafê jinên jêrdestbûyî, yên ji ber namûsê hatiye kuþtin an birîndarbûyî û hwd. 

Romannivîs Qasimlo, di honaka romanê de ji bo Zalar bigihêje hezkira xwe, Dayika Besê peywirdar dike û di heftê saliya wê de, dixwaze wê ji Almanyayê biþîne Stembolê. Lê Besê berî Zalar wê peywirdar bike û bêyî ku haya Zalar jê hebe dide pey rêç û þopa Dilyayê, diçe Stembolê û di dawiyê de bi alîkariya masîfiroþekî agahiyan derbarê Dilyayê de digire, lê wê rû bi rû nabîne û þopa wê nîvenîv rast dike. Dayika Besê di vê gera li Stembolê de lêzimê xwe yê bi navê Riza ku pismanê mêrê wê ye dibîne û nameyek ji bo Dilyayê dinivîse û dide Riza da ku dema Dilya dît bidiyê û vedigere Almanyayê. 

Di vê navberê de Zalar jî bi þeraba xwe re bilî ye û bi wêneya Dilyayê re di sohbetê de ye. Lê derûniya Zalar her ku diçe xerab dibe, dawiyê de dîn dibe û þilfîtazî di kolanên bajarê Elefteriyayê de dibeze û di dawiyê de di nexweþxaneya dînan de tedawiyê dibîne. Evîndara wê Dilya jî ji Baþûrê Kurdistanê vegeriyaye û dema serî li masîvanê nas dide ku rewþa wan bipirse hem bi mirina masîvanê hêja Dewrêþ ve dihese hem jî nameya ku dayika Besê radestî berkarê masîvan kiribû digire. Piþtî xwendina nameyê agahdar dibe ku Zalar li Almanyayê dijî û dixwaze jina xewnên xwe bibîne. Li ser vê rewþê malbata xwe jî qanî dike û bi alîkariya lêzimê dayika Besê –Rizayî- vîzeya çûyina Almanyayê derdixe û berî dide evîndarê xewnên xwe û diçe. Lê bi vê çûyînê re pêrgî trajediyek din tê. Navnîþana ku dayika Besê kifþkiribû bi hêsayî dibîne û bi gava yekem ku dikeve hundirê avahiyê ve dikeve þokê. Lewra dayika Besê kes nizane berî çend rojan miriye û laþê wê yê bêhnketî û nepixî, tevî kurm û kêzikan li rasta odeyê vezelandî ye. Li vir kirûyek balkêþ heye ew jî ev e ku Dilyaya ku li Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi dû mafê jinan ketibû û xebatên hêja dikir, li welatê Almanyayê jî di gava yekem de pêrgî termê jinek tê. Zalar jî deverû li erdê ye, nola ku henaseya xwe ya dawî bide li ber mirinê ye. Dilya bi dilek jandar û bi cestek þokbûyî alîkariyê ji hin mirovan dixwaze û hêj Zalar nemiriye wî radikin nexweþxaneyê… Piþtî demek, li nexweþxaneyê gava dixwaze Zalar bibîne, dikeve odeya wî û bi pirsa Zalar ya”tu navnîþana Xwedê dizanî” re tê derdixe ku mêrê xewnên wî dîn bûye û dibe kûrîna wê û digirî…

Dilya piþtî van qewimînan, bi alîkariya Anjeyê hevalê Zalar, ji bo li Zalar binihêre serî li saziya m

afê penaberiyê dide û mafê rûniþtina li Almanyayê werdigire. Ji ber ku Anje hevalê Zalar e ew û Dilya jî di demek kin de dibin hevalên hev. Lê ji ber ku Anje hem transeksuel e, hem jî bi nexweþîna Aidsê ketiye her roja ku diçe hinek din dihele û di dawiyê de Dilya dibe govana mirina wî jî. Li hember van neyîniyan tiþta dilê Dilyayê geþ dike jî diqewime. Dilya dixwaze bibe xwedî zarok lê ji ber ku Zalar êdî ji hemû hîsên mirovî dûr ketiye û tenê wekî heyiyek bêhîs dijî, Dilya serî li nexweþxanê dide ku jê re alîkariyê bikin da ku ji wê û Zalar berek/zarokek bigirin. Li ser vê yekê peywirdarên nexweþxaneyê bi alîkariya alavên tibbî yên pêþketî spermên Zalar digire û bi awayek teknîkî di malzaroka Dilyayê de bi cih dikin û Dilya dibe xwedî çar zarokan…  Li gel vê kêfxweþiyê romannivîs Nêrgiza ku di destpêka romanê de bi pirsgirêkên evînî re rû bi rû mabû û ji ber mezhebên cuda malbatên wan nedixwestin bizewicin û alîkarî ji Zalar xwestibû û me xwendevanan êdî ji ber qewimînên zêde jibîr kiribû, dîsa pêrgî me tîne û jîrîtiya xwe ravî me dide. Nêrgiz li seyrangehek bi rasthatinî pêrgî Zalar û Dilyayê tê û êdî di dawiya emrê Zalar de alîkarên wî û Dilyayê, Nêrgiz û mêrê wê Elî Riza ye.

Dawiya romanê bi hizn û trajediyek bi dawî dibe. Dilyaya ku ji bo jiyanek aram bi pey Zalar ketibû û çûbû Almanyayê, di dawiyê de dibe xwedî çar zarokan lê di heman katê de jî, Zalar bêyî zarokên xwe hembêz bike û dilþad bibe di heman nexweþxaneyê de dimire. Di vê rewþa kambax de alîkarên wan tenê Nêrgiz û mêrê wê ye. Piþtî vê rewþê termê Zalar li ser wesiyeta wî, dibin li gundekî quntarê çiyayê Þerefdînê ku girêdayî Gimgimêye binax dikin. Lê wesiyeta ku Zalar nivîsiye hêjayî xwendinêye ku nivîskar bi dilek zîz jiyana Zalar ya bi janan dagirtî carek din wekî kurteya romanê bi bîra me dixe. 

 Ev roman qet tiþtek nede me jî dê em ê wê biwêja “tornê mala Alo”  ku di kûrahiya xwe de pir tiþtan dihundirîne qet jibîr nekin. Ya din jî em ê çoyê ku Musa li ser piþta Zalar û diya wî li ba dikir tu carî jibîr nekin ku di xwe de hêmayên ji pêkutiyên jiyana kevneþopî dihewîne ku pêdivî bi vegotina wê nîn e. Dîsa ez meraq dikim ku ew rexnegirên çîrokên ji þêst heftê rûpelî pêktê wekî þaheseran bi nav dikin û li ser dikevin nava gengeþî û þîroveyan, gelo li hemberî vê romana ku di zaravayê kurmancî de yekem romane ku bi hezaran rûpelî dadigire, çima bêdeng in. Ji bilî birêz Dilþêr Bêwar ku li ser vê romanê nivîsek nivîsîbû ku ew jî tenê ketibû pey nêçîra hevokên bi hev re nakok yên di romanê de…

Berî ku dawî li nirxandina romanê bînim, dibe ku ne karê min be lê dîsa jî dixwazim çend pirsan ji birêz Qasimlo bikim:

-Gelo mirov bi sî, çil donim erdî çawa dikare di demek kin de bibe dewlemendê herî mezin yê bajarekî?(vegotina Sînemê r.527).

-Gazozek nîv kîloyî çawa dibe? Û mirov gazozê berdide ser xwe(!) an berdide gewriya xwe?(vegotina dayika Besê r.609).

-Çay vexwarin çawa dibe çav vexwarin?(r.655). Anje çawa geh bi veqetandeka nêr, geh bi veqetandeka mê tê nivîsîn û em nizanin cinsiyeta wî/wê çi ye?(r. 902). Û cardin çawa geh wekî Anje(r.139), geh wekî Ajne(r. 707) tê nivîsîn?

-Mirov li balafirê an li balafirgehê siwar dibe?(r.827).

- Çawa dibe ku “kî.” dikeve çavê mirov?(r. 735) An dibe ku çavê mirovî  pê ketibe?

 -Jina tenik(r. 402) an jina bejn zirav guncantir e?  Û gelek xeletiyê bi vî rengî…  Lê ev rewþ bi tu awayî nirxa pirtûkê û  qedirbilindiya keda nivîskar danaxe.

Dîsa roman ji hêla ziman ve hetanî bê gotin sade û herikbar, ewqas jî bi peyvên herêma Serhedê ve dagirtiye ku êdî li ber tunebûnê ne. Ji hêla vegotinê ve jî þêweyek ciyawaz bikar aniye ku bi dehan vebêj serhatiyên xwe bi vegotinên xwe tînin ziman. Di uslûbê de bêhna anarþîzmê were jî -ku di vegotinê de an di vebijêriya peyvan de tu tixûban nasnake- dîsa serkeftinek dixuye. Birêz Qasimlo di tevna romana xwe de gelek caran cih daye xwestekên mirovan yên seksê. Ev tiþtek normal e û bi serkeftin jî aniye ziman. Lê tiþta ne asayî ew e ku organên zayendî yên mêr û jinan -k.r û q.z- bi awayeke aþkera û bêsansûr bi dehan caran di rûpelan de hatiye reþandin û nola ku qet li pêþeroja zarokan nefikiribe ku rojek zarokek jî dibe ku vê romanê bixwîne û jê sûdêwergire. Di dewsa vê aþkera nivîsînê de dikarîbû hin hêma/ sembol bi kar bianiya. Tevî ku min bi dehan romanên ji zimanên din xwendiye, qet ne di bîra min de ye ku nivîskarek, wekî birêz Qasimlo bi vê þêweyê ev bêjeyên zayendî bikar anîbe. 

Romannivîs Qasimlo bi vê helwesta xwe, nola ku bi gotina Faulkner dibêje “romannivîsê herî baþ ew nivîskar e ku tixûbê exlaqê derbas bike” pêkanîbe dixuye. Bi rastî jî tixûbê exlaqê çirandiye û avêtiye ser sergoyan… Lê civak, xwîner vê rewþê çawa pêþwazî dike, em dê di herka demê de bibînin… 

Her tiþt ji bo te ye, ey xwendevanê ku tenê dixwaze her tiþt bi çend hevokên kinik ve were vegotin…

 

firatt_muratt@hotmail.com                                      

*** 

 

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

 

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar
- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Þerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Þapînoz’a Enwer Karahan û Reþbîniyên Nepen
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beþ II)
- Þêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz

  

 

 

  


Hûn dikarin li van jî binêrin

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Li dû 'ABBAS'...

Li dû 'ABBAS'...

29 07 2022

Berhemdariya Elî Merdan, 52 sal, 900 berhem

Berhemdariya Elî Merdan, 52 sal, 900...

24 07 2022

Ji bo Helîm Yûsiv ji Peywendê bangek

Ji bo Helîm Yûsiv ji Peywendê bangek

23 07 2022

Ev jî hene

Bandora zimanên serdestan

Bandora zimanên serdestan

13 08 2019

Bila HDP li meclisê be yan na?

Bila HDP li meclisê be yan na?

23 11 2016

Nirxandina Werger û Berhemên Þanoyê

Nirxandina Werger û Berhemên Þanoyê

08 03 2013

Gotina Hefteyê: Nexþeya Srî Lanka û ya Rojhilata Navîn bidin ber hev

Gotina Hefteyê: Nexþeya Srî Lanka û ya Rojhilata Navîn bidin ber hev

14 09 2011

Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not

Ji eniya Serêkanî-Til Xelef çend not

05 08 2013

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname