Diyarname
Kovara wêjeyî, çandî û hunerî Hinar ku li Îzmîrê tê amadekirin û weşandin hejmara xwe ya 12’yan derxist.
“Hinar” ku ji aliyê Kurdî-Dera Îzmîrê ve tê derxistin bi hejmara xwe ya nû derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovarê di vê hejmara xwe de bi sernavê “Li ser çîroka kurdî rexne” dosyaya xwe amade kiriye.
Di dosyayê de Mustafa Birok "Mijarên Mîqro û Çiya Mazî", Meniko "Bêjingkirina 'Mêrê Avis'", Şems Qemer "Çavdêriyên Barbarekî", Berfo Barî "Çîrokên Neçariyên Jiyanê", Dilşêr Bêwar "Amîdabad û Parîsabad" û H. Kovan Baqî jî bi nivîsa xwe ya sernavê "Baholekî Perrçivî" li ser pirtûka nivîskarê me Çiya Mazî “Bahol”ê nivîsa xwe nivîsiye.
Li gor agahiya kovarê di hejmara bê de jî dê li ser çîrokê, çîroka kurdî dosyaya xwe amade bikin û paşê berê xwe bidin çîroka dinyayê.
Di vê hejmarê de Ar-da Janxwar, Ehmed Belek, Yasemîn Elban, Tomrîs Uyar, Şemso Qemer çîrok, Cîhan Roj pexşan û Janya Acar jî li ser cîhana zarokan nivîs nivîsiye. Her wiha helbestên kesên wekî Osman Mehmed, Xeyamov, Ehmed Belek, Dilşêr Bêwar, Murathan Mungan, Welat Dilken, Berfo barî,Mohammed Omer Osman hatine weşandin.
Ji bo kesên bixwazin xwe bigihînin berpirsên kovarê:
kovarahinar@hotmail.com