Diyarname
Tûrnûvaya Fûtbolê ya Ewropayê "Euro 2020" salek bi derengî di navbera 12'yê pûşperê - 12'yê tîrmehê li dar dikeve. Maça destpêkê 11'yê mehê ye
Va ne hin agahiyên giştî li ser Euro 2020'ê:
- Çima Euro 2020, 2021'ê de li dar dikeve?
Ji ber ku par pandemiyê dinya ser û bino kir, maç hatin betalkirin, taloqê îsal kirin.
- Di nav tûrnûvayê de çend tîm hene?
24 tîm hene, ew li 6 koman hatine belavkirin.
- Çima îsal ne li welatek, li 11 bajarên welatên cuda li dar dikeve?
Ji ber ku îsal 60'emîn sala tûrnûvayêye biryareke taybet girtin û ji welatek wêdetir, li 11 bajarên welatên cuda li dar dikeve. Pêşî 12 bajar fikirîbûn, piştî Bilbao jê derxistin ma 11.
- Berê li gelek welatan li dar ketibû?
Belê, lê bi vî rengî: Tenê di sala 2000 û 2008'an de tûrnûva li du welatan hatibû organîzekirin. Wekî din her tenê li welatek bû. Di sala 2000'î de li Hollanda û Belçîka; di sala 2008'an de jî li Avusturya û Swîsreyê li dar ketibû.
- Dê çend rojan bidome?
Bi temamî 31 roj dê bidome û 24 tîmên neteweyî dê 51 maçan bilîzin.
- Li kîjan bajaran maç têne lîstin?
Li paytextên welatan, li Romaya Îtalyayê, Londona Îngilistanê, Amsterdama Hollandayê, Kopengahnga Danimîarkayê, Bakuya Azerbaycanê, Bukreşa Romanyayê, Budapeşteya Macaristanê bê lîstin. Her wiha li Saint Petersburga Rusyayê, Muniha Almanyayê, Sevillaya Spanyayê û Glasgowa Skoçyayê maç bêne lîstin.
- Tûrnûva bi kîjan maçê dest pê dike?
Tûrnûva bi maçên Koma A, bi maça Îtalya û Tirkiyeyê ku di nav vê komê de ne dest pê dike. Maç 11'yê mehê saet 22'yan (li gor saeta Tirkiyeyê) li Stada Olîmpiyatê ya Romayê li dar dikeve.
- Fînal dê li ku be?
Maça fînalê 12'yê tîrmehê li Stada Wembley a Londona Îngilistanê dê li dar bikeve.
- Maçên koman wê li ku derê bêne lîstin?
Maçên koman li van bajaran têne lîstin:
Koma A: Roma (Îtalya) û Baku (Azerbaycan)
Koma B: Saint-Petersburg (Rusya) û Kopenhag (Danîmarka)
Koma C: Amsterdam (Hollanda) û Bukreş (Romanya)
Koma D: London (Îngilistan) û Glasgow (Skoçya)
Koma E: Sevilla (Spanya)
Koma F: Munih (Almanya) û Budapeşte (Macaristan) - Ji komê çawa derdikevin? Tîmên ku bibin yekemîn û duyemîn dê raste rast derkevin Dora 16'an. Ji bilî van ji 12 tîmên mayî 4 tîmên ku di komên xwe de bibin sêyemîn û pûanên herî zêde bi dest xistibin dê derkevin dora 16'an.
- Koma herî dijwar kîja ye?
Koma F koma herî dijwar e ji ber ku li vê komê Fransa heye, di Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê de ew bûbû şampiyon. Portekîz heye ku di Euro 2016 de ew bi ser ketibû. Almanya heye ku di sala 2014'an de ew bi ser ketibû. Tîma din a vê komê jî Macaristan e. Lê her sê tîman hin jê dê hê di serê tûrnûvayê de xatir bixwazin û vegerin mal.
- Kîjan welat herî zêde bi ser ketiye?
Di Tûrnûvayên Ewropayê de heta niha Almanya û Spanya zêde bi ser ketine. Her du tîman 3 caran ev kûpa birine mala xwe. Dûre Fransayê 2 caran ev kûpa girtiye. Yekîtiya Komarên Sovyetên Sosyalîst, Îtalya, Çekoslovakya, Hollanda, Danîmarka, Yewnanistan û Portekîzê, her welatî carek ev kûpa girtiye.