Diyarname
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener li ser hilbijartinê axivî. Va ne gotinên wî:
- Hilbijartina 14'ê gulanê ji aliyê beşdariya partiyan ve rekor e. Ev hilbijartin bû hilbijartina ku heta niha herî zêde partî beşdar bûne.
- Pisûlayên hilbijartinê gihandine her derê.
- Li lijneyên sindoqan endamên hemû partiyan hene. Encama sindoqan bi îmzeyan ew dê bigirin.
- Encamên ne teqez roja hilbijartinê dê bêne belavkirin.
- Roja hilbijartinê li hemberî çûyîna elektrîkê, yan jî êrîşên sîber tevdîr hatine girtin. Me di vî warî de ceribandin kirin.
- Li derveyî Tirkiyeyê li 73 welatan dengdan çêbû. Li nûneriyên derveyî Tirkiyeyê dengan 9'ê mehê bi dawî bû. Lê li gumrikan heta 14'ê mehê didome.
- Li derviyî Tirkiyeyê heta niha sedî 53 dengdan çêbûye.
- Dengên li derveyî Tirkiyeyê hatine dayîn bi awayekî bi ewle ew anîn Tirkiyeyê.
- 14'ê gulanê dema dengdan temam bibe saet 17.00'an de ew sindoq jî dê bêne vekirin.
- Ez bang li her kesî dikim ku herin cem sindoqan û dengê xwe bidin.